Amed – Gelê Amedê derbarê “Qanûna Çarçoveyê” de xwest girtiyên siyasî bên berdan, aştî çêbibe û destnîşan kir ku bi tenê derketina qanûnê nabe, divê gav bên avêtin.
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de daye destpêkirin, didome. Di çarçoveya pêvajoyê de di 5ê Tebaxê de “Qanûna Çarçoveyê” ya ji 12 xalan pêk tê, ji Meclisê re hat şandin. Qanûn di 8ê Tebaxê de ji Komîsyona Edaletê ya Meclisê re derbas bû û herî dawî di 10ê Tebaxê de bi erêkirina 467 parlamenteran li Desteya Giştî ya Meclisê hat qebûlkirin. Bi qebûlkirina vê qanûnê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” derbasî qonaxeke nû bû. Gelê Amedê derheqê “Qanûna Çarçoveyê” de ji ajansa me re axivî.
‘Ev 50 sal in di vî şerî de bi qatrilyonan pere çû’

Welatiyê bi navê Kutbetîn Sonsûz derbarê partiyên ji bo “Qanûna Çarçoveyê” dengê neyînî dane de wiha got: “ÎYÎ Partî ji xwe naxwaze aramî bê Tirkiyeyê. Derxistina van qanûnan ji bo me firsendeke. Ev 50 sal in di vî şerî de bi qatrilyonan pere çû. Heke ev şer tune bûya, ev pere dê bimaya budçe ya Tirkiyê da.”
‘ÎYÎ Partî û Zafer Partî naxwazin aştî pêk were’
Welatiyê bi navê Mehmet Zûlfî derheqê kêsên ji bo sedemên siyasî çûne derveyî welat de axivî û ev tişt anî ziman: “Em tev qayilî aşitiyê ne, bila mirov nemirin. Em dixwazin ew mirovên li derveyî welat vegerin. Di qanûnê de dibêjin kesên ku tev li şer bûne ji qanûna nikarin sûdê bigirin gelo ma kî dizane kî tevli şer bûye. ÎYÎ Partî dijminê Kurdan e. Mirov dixwazin aştî pêk were lê ÎYÎ Partî û Zafer Partî naxwazin aştî pêk were.”
Welatiyê bi navê Refîk Okman jî bal kişand ser rewşa girtîgehan û wiha axivî: “Divê kesên li girtîgehan werin berdan. Bi tenê qanûn derkevin û gavek neyê avêtin nabe. Daxwaza me ew e ku girtiyen siyasî bên berdan.”
‘Em bibin yek dê her tişt çêbibe’
Welatiyê bi navê Selahatîn Kiliçaslan jî bal kişand ser yekbûna gelê Kurd û wiha bi lêv kir: “Qanûn ji Meclîsê derbas bû lê gerek em jî bibin yek. Heger em bibin yek her tişt dê xwe bi xwe çêbibe.”
‘Hewce ye Dewleta Tirk destê xwe têxe bin kevir’
Welatiyê bi navê Giyasetîn Kiliç jî hevî û nebaweriyên xwe yên derheqê pêvajoyê de anî ziman û wiha lêv kir: “Ev 2 sal in pêvajoyê aştiyê dest pê kiriye lê ji aliye Dewlata Tirk ve fikarên me çêdibe. Lê belê em ji vê pêvajoyê bawer in û piştgiriye didinê. Ji sedî 95ê gel piştgiriye dide vê pevajoyê û dixwazin aştî çêbe. Hewceye Dewleta Tirk jî destê xwe têxe binê kevir û makezagonê xwe biguherîne.”
Welatiyê bi navê Mehmet Tûran jî ji bo girtiyên siyasî daxwaza azadiyê kir û got divê girtî demildest bên berdan.
Dayîka ku nexwest navê xwe bide jî wiha got: “Em tev dixwazin ev qanûn çêbibe. Bila xweşî çêbibe bila mirov neyên kuştin. Em heqiyê dixwazin. Em ji bo Serokê xwe her tiştê bi xêr dixwazin. Bila mirov neyên kuştin em xwişk û birayên hevdû ne. Em çêkirinê û xweşî û başiyê dixwazin.”












