Di pêşengtiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê de li navçeya Bismilê ji bo avakirina hişmendiya civakî ya li dijî bikaranîna hişbirê meşek hate lidarxistin û çalakiya nobetê hat destpêkirin.
Di pêşengtiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê de li navçeya Bismilê ya Amedê di çarçoveya pêngava “Rabin” a Platforma Şiyar Beyê li Amedê de li dijî bikaranîna tiryak û hişbir; pêkanîna fihûşê û pratîkên çetetiyê çalakiya nobetê hate destpêkirin. Di çarçoveya nobetê de ji bo avakirina hişmendiya civakî ya li dijî bikaranîna hişbir û fihûşê ji Mala Şînê ya Taxa Şentepe heta Goristana TOKÎyê meşek hate lidarxistin. Hevşaredarê Bismilê Guven Tanrikûlû, Rêxistinên DBPê û DEM Partiyê yên Bismilê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek kes beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşmên “Bismil ranekeve xwedî li ciwanên xwe derkeve”, “Bijî berxwedana ciwanan”, “Xwedî li taxa xwe derkeve”, “Xwedî li pêşeroja xwe derkeve” û “Li dijî fihûşê bêje na” hatin berzkirin. Rêxistinên DBPê û DEM Partiyê piştî meşê li ber konê ku li Taxa Şentepe hatiye vedan daxuyanî dan çapemeniyê.
‘Em ê serî netewînin û pêşeroja xwe biparêzin’
Destpêkê Hevseroka DBPa Bismilê Nerîman Bakir axivî. Nerîman Bakir diyar kir ku ew ê li hemû taxan çalakiyan pêk bînin û destnîşan kir ku heta ciwan ji hişbirê xelas dibin ew ê têbikoşin.
Dû re Hevseroka DEM Partiyê ya Bismilê Halîse Erkek metna daxuyaniyê xwend, bal kişand ser polîtîkayên rizandina civakê û wiha got: “Li navçeya me hişbir, çetetî, fihûş her ku diçe zêdetir belav dibe. Ciwanên me hedef tên girtin. Dixwazin pêşeroja me tarî bikin. Ev êriş ne tesaduf in. Ev beşek ji polîtîkayên şerê taybet in ku armanc dikin ciwanan bêhiş, bêîrade bikin û wan ji nasnameya xwe qut bikin. Em li ber vê pergalê serî natewînin û em ê pêşeroja xwe diparêzin. Em bang li hemû ciwanên Bismilê û gelê xwe dikin ku vê têkoşîn û piştevaniyê mezin bikin.”
Halîse Erkek gel vexwend çalakiya nobetê ya ku dê sê rojan bidome.












