Malpera Nûçeya a ÎranWire destnîşan kir ku rewşa tenduristiyê ya Mucteba Hamaney giran e. Tê zanîn ku Hamaney ji êrişên hevpar ên Amerîka û Îsraîlê yên meha Sibatê û vir ve qet derneketiye pêşberî raya giştî.
Li gorî agahiyên dawî yên ku ji aliyê malpera nûçeyan a IranWire ve hatine weşandin, rewşa Rêberê Olî yê Îranê Mucteba Hamaney di rewşeke pir krîtîk de ye. Du çavkaniyên cuda yên ku nêzîkî kargêriya Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan in, destnîşan kirin Hamaney li ber mirinê ye.
Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan di hevpeyvîneke televîzyona dewletê de bi awayekî eşkere diyar kiriye ku rewşa Hamaney gelekî giran e.
Piştî êrişên esmanî yên hevpar ên Amerîka û Îsraîlê di meha Sibatê de, ku tê de bavê wî Elî Hamaney hat kuştin û Mucteba Hamaney li şûna wî hat erkdarkirin. Lê belê, ji wê rojê ve heta niha qet derneketiye pêşberî gel û ti dîmen an dengê wî di medyayê de cih negirtiye, tenê daxuyaniyên nivîskî yên bi navê wî hatine belavkirin.
Di nav rayedarên payebilind ên hikûmetê de gotegot hene ku ew di heman êrişa meha Sibatê de bi giranî birîndar bûye û niha di komayê de ye an jî di rewşeke giran a tenduristiyê de li cihekî veşartî tê dermankirin. Yek ji çavkaniyan ji IranWire re tekez kiriye ku, “Heger em nûçeya mirina wî zû bibihîzin, em qet şaş nebin.”













