Li eyaleta Nonthaburi ya Taylandê êrîşeke çekdarî li lîseyekê hate kirin. Di encamê de herî kêm 8 kes mirin. Hat ragihandin ku xwendekarê êrîş kir jî jiyana xwe ji dest da.
Li eyaleta Nonthaburi ya Taylandê êrîşeke çekdarî li ser lîseyekê pêk hat. Polîsên Taylandê diyar kir ku êrişkarê 14 yan jî 15 salî destpêkê bi debanceya kalikê xwe kalik û pîrka xwe kuşt, piştre jî çû lîseya lê dixwend û li wir jî 3 xwendekar û 3 mamoste kuşt.
Li gorî çapameniya herêmî êrişkar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Lê belê eşkere nebû bê ji aliyê polîsan ve hate kuştin an jî xwe kuşt.
Alîkarê Wezîrê Karên Hundir ê Taylandê Polapee Suwunchwee diyar kir ku 15 xwendekarên hewl dan ji dibistanê birevin birîndar bûn.
Tayland ku nêzî 10 milyon çek lê hene, li Başûrrojhilatê Asyayê yek ji wan welatan e ku herî zêde çekên şexsî hene.
Di sala 2022yan de polîsekî berê êriş biribû ser kreşekê û 24 jê zarok 36 kes di encama êrîşê de hatibûn kuştin.













