Enqere – Akademîsyen Kamuran Berwarî da zanîn ku metirsî li ser destkêftiyên Başûrê Kurdistanê heye û wiha got: “Pêwîste li dijî vê yekê gelê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne û hebûn gelê Kurd were parastin.”
Êrişên Amerîkayê yên li ser Îranê bandora xwe li tevahiya hemû welatên Rojhilata Navîn dike. Yek ji herêmên herî zêde êriş tesîrê li ser dikin, Başûrê Kurdistanê ye. Îrana ku bi Amerîkayê nikare, berê xwe de deverên Başûrê Kurdistanê û bi hezaran car êrişên bi drone, roket û mûşekan pêk anî. Di êrişên li dijî baregehên peşmergeyên Komala, PDK-Î û PAKê de peşmerge jî di nav de zêdetirî 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi ser 150 kesî re jî birîndar çêbûn. Êrişên Îranê li dijî baregehên partiyên Kurd ên li Hewlêr û Silemaniyê berdewam dikin.
Ji aliyê din vê jî tevî êriş û geşedanên li herême yek ji nîqaşa serekê ya Başûrê Kurdistanê jî avanekirina hikûmetê ye. Her çiqas di navbera partiyan de danûstandin li ser avakirina hikûmet û parlamentoyê hebin jî heta niha danûstandin negeheştine encamê. Xebatên yekkirina pêşmergeyên giredayî PDKê û YNKê jî berdewam dike. Tê payîn di meha Îlonê de xebatên yekkirina pêşmergeyan bigihîje encamê û ji PDKê 80 yekîne, ji YNKê jî 70 yekîne di bin banê Wezareta Pêşmergeyan de bibin yek. Serokê Akademiya Siyaset û Remanên Demokratîk Dr. Kamuran Berwarî derbarê êrişên Îranê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û geşedanên heyî de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Komployeke cîhanî li ser Başûrê Kurdistanê heye’
Kamuran Berwarî derbarê êrişên Îranê li ser Başûrê Kurdistanê anî ziman ku şerê Îranê şerekî herêmî û cîhanî ye û wiha got: “Navenda vî şerî Rojhilata Navîn e û Kurdistan jî di nav de ye. Îsraîl jî hêdî hêdî xwe ji vî şerî vedikişîne û xwe dûrî şer digire ku zerarê nebîne. Li Kurdistanê jî peywendiyên siyasî û leşkerî li gel hêzên herêmî û cîhanî hene. Hêzên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê hene. Armanca sereke ya êrişên li ser Başûrê Kurdistanê jî ew e ku Başûrê Kurdistanê bêbandor bikin û bi darbeyên leşkerî bêjin hûn nikarin xwe biparêzin. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî di van 36 salan de amadekarî nekirine ku ezmanên xwe biparêzin. Xeletiya stratejîk a Başûrê Kurdistanê jî ew e ku di van 36 salan de artêşeke yekgirtî ya Kurdistanê ava nekiriye. Komployek cîhanê li ser Başûrê Kurdistanê heye û armanca vê komployê jî ew e ku federaliya Başûrê Kurdistanê ji holê rakin. Îran jî êrişî baregehên hêzên Amarîka, Ewropî û partiyên Kurd dike. Îran jî dizane heke rejîm têk biçe, hêzên Kurd dê rol bigirin ji bo wê jî êriş dike.”
Avanekirina hikûmetê li Başûrê Kurdistanê
Kamuran Berwarî diyar kir ku yek ji sedema krîz û pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê avanekirina hikûmetê ye û wiha axivî: “Tevî 2 sal jî bi ser hilbijartinê re derbas bûye jî parlamentoyê dest bi kar nekiriye û hikûmetek ava nebû ye. Sedema avanekirina hikûmetê jî nakokiyên partiyên siyasî ne. Heke parlamento dest bi kar bikin û rê bidin parlamento hikûmetek ava bike dikarin di 24 saetan de hikûmetê ava bikin. Lê ji bo partiyên desthilat ên Başûrê Kurdistanê pirsgirêk û siberoja gel ne girîng e. Ji bo wan dirêjkirina desthilatdariyê girîng e. Hikûmet nikare muçeyê bide û welatî di nav krîza aborî de ye. Li şûna muçeyên gel bidin, bi bihabûna zêdetir pere ji gel distînin.”
Xebatên yekkirina pêşmergeyan
Kamuran Berwarî bal kişand ser xebatên yekkirina pêşmergeyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji sala 1991an vir ve hemû Kurd hewl didin artêşeke Kurdistanî hebe û destkêftiyan biparêze. Nebûna artêşeke Kurdistanî bandoreke neyînî li ser herêmê jî dike. Ji bo yekkirina pêşmergeyan hinek pêngav hatine avêtin. Federaliya Başûrê Kurdistanê destkeftiyeke neteweyî ya gelê Kurd e. Ji bo wê jî ji bo parastina destkeftiyan yekkirina pêşmergeyan pir girîng e. Bi dehan komên leşkerî li Iraqê li derveyî artêşa Iraqê ne û li ser navê Tirkiyeyê û Îranê kar dikin. Divê ew di nava artêşa Iraqê de bibin yek. Lê mijara pêşmergeyan cuda ye. Tu carî Kurd qebûl nakin ku leşkerên Kurdistanê di nava artêşa Iraqê de bên helandin. Heke gelek bêparastin bimîne ew gel rastî qirkirinê tê. Li Rojhilata Navîn şerekî mezin rû dide, Sûriyê, Iraq û Îran bûne navenda şer. Ji bo wê jî divê hêzên Kurdistanê ji hev hayedar bin û artêşeke Kurdistanî hebe. Di demeke zû de hikûmet ava bibe. Lê partiyên Başûrê Kurdistanê ne di wê hişmendiyê de ne ku xizmeta gelê Kurd bikin. Heke ew siyaset wisa berdewam bike, ew biryar dê pêk were û pêşmerge namîne û herêma federe ya Kurdistanê jî namîne. Divê gelê Başûrê Kurdistanê jî vê yekê qebûl neke û rabe.”
Metirsiyên li ser Başûr
Kamuran Berwarî li ser geşedanên Rojhilata Navîn jî da zanîn ku amadekariyên Iraqê hene ku êrişî Başûrê Kurdistanê bike û wiha got: “Metirsî heye ku Tirkiye jî êrişî ser Başûrê Kurdistanê bike. Her wiha metirsî heye ku Îran jî êrişî Başûrê Kurdistanê bike û dagir bike. Her wiha Amerîka jî li vir baregehên xwe bi cih dikin. Pêwîste li dijî vê yekê gelê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne û hebûna xwe biparêze.”
Xebatên yekîtiya neteweyî
Kamuran Berwarî li ser xebatên yekîtiya neteweyî ya li Başûrê Kurdistanê jî destnîşan kir ku heke yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd pêk nehatibe sedema vê yekê jî Başûrê Kurdistanê ye û di dawiyê de ev yek anî ziman: “Li ser daxwaza Serok Apo, Serok Mam Celal û Mesûd Barzanî partiyên Kurd kom bûbûn. Hemû partiyên Kurd tev li xebata yekîtiyê bûn. Başûrê Kurdistanê ji ber zextên Îranê û Tirkiyeyê nehişt ew yekîtî pêk were. Başûrê Kurdistanê partî jî ne xwedî helwesta yekîtiyê ne. Alozî û nakokiyên di navbera partiyên Kurd de zêdetir dibe. Divê hinek şexs hebin van partiyên siyasî bînin cem hev û kongreyeke neteweyî li Başûrê Kurdistanê bike. Divê em li ser projekeyeke stratejîk a Kurdistanê xebatan bikin. Siyaseta partiyên Başûrê Kurdistanê ya li dijî Şengal, Mexmûr û Konfederalîzma Demokratîk şaş e û ev yek li dijî berjewendiyên neteweyî ye.”












