Li ser rêya Tarsus-Edene-Dîlokê nêzî taxa Esenyurt a navçeya Nurdagiyê qezeyeke trafîkê ya zincîrî pê hat. Di vê qezaya trafîkê de dayik û kurê wê yê 3 salî jiyana xwe ji dest dan.
Li ser rêya Tarsus-Edene-Dîlokê nêzî taxa Esenyurt a navçeya Nurdagiyê qezeyeke trafîkê ya zincîrî pê hat. Di vê qezaya ku du wesayît û du kamyon li hev qelibîn de dayik û kurê wê yê 3 salî jiyana xwe ji dest dan. Di qezayê de 5 kes jî birîndar bûn ku rewşa du ji wan giran e.
Piştî qezayê tîmên tenduristî, agirkujiyê, cendirme, polîs û AFADê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Dayik û kurê wê ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyek nêzî Dîlokê.
Ji ber qezayê rê ji trafîkê re hat girtin û bi sedan wesayît bi seaten benda vekirina rê man. Piştî demeke dirêj rê jinûve ji trafîkê re hat vekirin.













