• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê   Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
    Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

MEBYADER-EGEyê yekemîn kongreya xwe ya asayî pêk anî

Îzmîr / AW

2 TEBAX 2026 - 17:25
Kategorî: ROJANE
A A
Di 1emîn Kongreya Asayî ya MEBYADER-EGEyê de hat destnîşankirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, aşitî ne pêkan e.

Komeleya Piştgirî, Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên re Xizmên xwe li Dergûşa Medeniyetan de Winda Kirine ya Herêma Egeyê (MEBYADER-EGE), bi dirûşma ‘Bi civaka demokratîk siberojên azad ava dikin’ li Salona Dawetê ya Mûmcû ya li Konakê 1emîn Kongreya xwe ya asayî pêk anî.

Di kongreyê de pankarta ‘Bi şîara li pey rastiyê li ser sofreya rojê em dicivin civaka û demokratîk ava dikin’ hate vekirin û dirûşma ‘Şehîd namirin’ hat berzkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Kongre bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan û bi nîşandana sînevîzyonê dest pê kir.

‘Deriyên Îmraliyê neyên vekirin aşitî ne pêkan e’

Piştî nîşandana sînevîzyonê Dayika Aştiyê Peyruze Kurt axivî û wiha got: “Em dizanin ku êş û kedera dayikan pir zêde ye lê azadî jî bêbedel ne pêkan e. Ev bedel jî xwîna zarokên me ye. Em bi zarokên xwe serbilind in. Heta dawiya emrê xwe em ê bibin rêhevalên têkoşîna zarokên xwe. Bila herkes bizane ku heta deriyên Îmraliyê heta dawiyê neyên vekirin, aşitî nabe.”

‘Em ê ji lêgerîna xwe ya azadiyê paşve gavê neavêjin’

Hevserokê berê yê MEBYADER-EGEyê Mîkaîl Atan jî ev tişt anî ziman: “Em dibînin ku vî şerê salên dirêj tu tişt neda tu kesî. Dewletê jî ev dît û bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û pêvajoyek da destpêkirin. Dewletê di nava 47 salan de gelek êş dan kişandin, gundên me şewitandin, me girtin, îşkence kirin. Tevî van hemû tiştan me ji lêgerîna xwe ya azadiyê paşve gav neavêt, em ê neavêjin jî.”

‘Em ê bi hev re siyaseteke demokratîk bimeşînin’

Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî û ev nirxandin kir: “Em ê êdî li Kurdistanê bi ziman û çanda xwe bi awayekî azad bijîn. Bi vî rengî dê Tirkiye û Kurdistan bigihêjin aramiyê. Roja îro roja xwarina ji heman sofreyê ye. Tu hêz nikare li pêşiya vê bibe asteng. Em di vê pêvajoyê de baweriya xwe bi gelê xwe tînin. Kesên li çiyê û zindanan dê werin û em ê bi hev re siyaseteke demokratîk bidin meşandin.”

Piştî axaftinan di encama dengdanê de Fehîme Poyraz û Mehmet Nurî Yildiz wekî Rêveberiya MEBYADER-EGEyê hatin hilbijartin.

Etîket: MEBYADER-EGEPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

AKPê ji bo parlamenterên xwe qanûna çarçoveyî ji îmzayê re vekir

3 TEBAX 2026
Kemal Kiliçdaroglu derbarê qanûna çarçoveyî de daxuyanî da

Kemal Kiliçdaroglu derbarê qanûna çarçoveyî de daxuyanî da

3 TEBAX 2026
Ayşegul Dogan: Qanûna çarçoveyî divê li ser mutabakateke hevpar pêk were

Ayşegul Dogan: Qanûna çarçoveyî divê li ser mutabakateke hevpar pêk were

31 TÎRMEH 2026
Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

29 TÎRMEH 2026
‘Dema ku birêz Ocalan neyê qebûlkirin dê Kurd jî neyên qebûlkirin’

‘Dema ku birêz Ocalan neyê qebûlkirin dê Kurd jî neyên qebûlkirin’

29 TÎRMEH 2026
Kelaşîn: Rola hunermend û rewşenbîran ji bo pêkanîna aştiyê girîng e

Kelaşîn: Rola hunermend û rewşenbîran ji bo pêkanîna aştiyê girîng e

27 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne