• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Cenazeyê Xanê Karasû li gundê Karapinarê hate veşartin

    Cenazeyê Xanê Karasû li gundê Karapinarê hate veşartin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Cenazeyê Xanê Karasû li gundê Karapinarê hate veşartin

    Cenazeyê Xanê Karasû li gundê Karapinarê hate veşartin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Misircê 12 cangorî bi girseyî hatin bibîranîn

Sêrt / AW

1 TEBAX 2026 - 15:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi pêşengtiya MEBYA-DERa Sêrtê endamên Tevgera Azadiyê ku di dîrok û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dan li navçeya Misircê ya Sêrtê hatin bibîranîn û ji bo wan mewlûd hate dayîn. Parlameterê DEM Partiyê Omer Ocalan ê tev li bîranînê bû wiha got: “Siyaseta ku em niha dikin bi saya têkoşîna şehîdan e.”

Bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Sêrtê 12 endamên Tevgera Azadiya Kurd ku di dîrok û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, li Mala Şîne ya Sirri Sureyya Onder a li Taxa Kendala ya navçeya Misircê ya Sêrtê hatin bibîranîn û ji bo wan mewlûd hate dayîn. Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, Hevşaredarên navend û navçeyê, endam û rêveberên partiyên siyasî yên navend û navçeyê, saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tev li bernameya bîranînê bûn. Wêneyên cangoriyan bi rengên kesk û sor û zer hatibûn xemilandin.

Girseya ku tev li şînê bû, beriya ku derbasî mala şînê bibin meşiyan û di dema meşê de bê navber dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştre girse derbasî mala şînê bû û ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêzgirt. Girseyê piştî rêzgirtinê dîsa dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştî wê jî dua kirin û dû re sînevîzyona ku ji bo cangoriyan hatibû amadekirin hate nîşandan.

‘Em ê li pey şopa hemû pakrewanên Kurdistanê bin’

Parlamenter Sebahat Erdogan Saritaş ku tev li bîr anîna cangoriyan bibû axivî û wiha got: “Em çiqas jî pesnê van cangoriyan bidin dîsa jî têrê nake. Gelê Kurd gelek berdêlên mezin dane û hê jî didin. Em di şexsê hemû hevalan de li vir soz didin ku em ê li pey şopa hemû pakrewanên Kurdistanê bin.”

‘Divê di siyasetê de em şerekî mezin bikin’

Parlamenter Omer Ocalan jî ku tev li bîr anînê bû anî ziman ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bi gelek berdêlên giran û qedirbiha hatiye heta roja me ya îro û wiha axivî: “Rêberê Gelê Kurd 27 sal in ku di zindanê de dîl tê girtin. Rêber Apo her tim dibêje PKK partiya şehîdan e. Divê jin, zarok, ciwan û her ferdên civakê bi ji bo vê têkoşînê û van şehîdan pir bi hesas tevbigere. PKK di 50 salan de hemû Kurdên ku li çar perçeya dijiyan anî cem hev. Ev tevger bi berdêlên mezin hatiye vê astê. 41 sal in rêbaza çekdarî hat meşandin, ew gelek ji me bi qîmet û pîroz e. Lê em ê dîsa jî dev ji têkoşîna xwe bernedin û em ê mezintir bikin. Em weke siyasetê derbasî qonaxeke nû dibin, elbet ev bi têkoşîna dayîk û malbatên şehîdan e. Bi salan bû ku koçberî li Kurdistanê dihat meşandin. Û di gelek milan hê jî tê kirin lê divê êdî ev tişt bên sekinandin. Siyaset ku em niha dikin bi saya têkoşîna şehîdan e. Bila kes me nebêje ez bi keda xwe hatime vê astê. Elbet her hevalên me li gora xwe têdikoşin, ew jî ji bo me bi qîmet e. Em hemû berdêlên Kurdistanê li ber çavan digirin. Divê em şerekî mezin di siyasetê de bikin.”

‘Em ê doza wan bidin meşandin’

Omer Ocalan di berdewamê de destnîşan kir ku niha jî gelek nîqaş li ser çapemeneya Tirk tên kirin û bal kişand ku çavkaniyên dewletê dibêjin; ew ê Kurd û têkoşîna Kurdan mezin bibe û wiha bi dawî kir: “Çawa nirxên her miletekî hene hene elbet yên Kurdan jî hene. Mafê her miletî çi be yê Kurdan jî ew e. Niha li ser me şerê deruniye didin meşandin. Lê Serokatî dixwaze rêyeke nû bide avakirin. Weke milet divê em ji bîr nekin ku siyaset û têkoşîn bi rojane tê guhertin. Lê divê em îhtîmalên mezin ên din jî li ber çavan bigirin. Kurd ne aşiqê şer in. Êdî hatibû wê astê ku rê li ber Kurdan hatibûn girtin û Kurdan çek rakirin. Em ê ala hemû şehîdan mezin bikin. Di gelek gotinên hevalên me yên zindanan dibêjin; em ji bo şer jî hene û ji bo aştiyê hene. Em ê jî ji bo aştiyê bixebitin. Dema ku bela bê ber deriye me jî em ê ji bo wî jî têbikoşin. Serê Serokê me û hemû malbatên me sax be. Em ê doza wan bidin meşandin.”

Nasnameya cangoriyên ku ji bo wan mewlûd hate dayîn û hatin bibîranîn wiha ye: “Rêzan (Mehmet Baran) 2000 Heftanîn, Hasan (Mehmet Kûtlûk) 1997 Botan, Berîvan (Hasîbe Karataş) 1994 Êlih Hezo, Çekdar (Dervîş Sag) 1996 Sêrt, Nûrhak (Îhsan Akay) 1992 Şirnex, Berçem (Leyla Kaplan) 1992 Heftanîn, Saîd (Tûran Yorûlmaz) 1993 Zagroz, Zerdeşt (Mûzzafer Çelîk) 1998 Botan Çirav, Amed (Zahîr Yon) 1993 Botan Mişar, Demhat (Yilmaz Çelîk) 1999 Wan Şax, Selîm (Kasim Sag) 1989 Botan Gabar, Ahmet (Esad Kaya) 1995 Êlih Qubîn.”

Di dawiya bernameyê de dengbêj Salihê Qubînî ji bo bîranîna cangoriyan klam gotin.

Etîket: 12 CangorîBîranînEndamên Tevgera AzadiyêMEBYA-DERmewlûdMisircParlamenter Omer OcalanParlamenter Sebahat Erdogan Saritaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

2 TEBAX 2026
Ahmet Tellî li Wanê bi helbestên xwe hat bîranîn

Ahmet Tellî li Wanê bi helbestên xwe hat bîranîn

27 TÎRMEH 2026
TEV-ÇAND Hozan Serhad bi bîr anî

TEV-ÇAND Hozan Serhad bi bîr anî

22 TÎRMEH 2026
‘Ji bo pêvajo bi lez bibe divê birêz Ocalan demildest azad bibe’

‘Ji bo pêvajo bi lez bibe divê birêz Ocalan demildest azad bibe’

22 TÎRMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna endamê YPGê Xalid Cûdî kirin

Bi girseyî serdana şîna endamê YPGê Xalid Cûdî kirin

21 TÎRMEH 2026
Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

20 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne