• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    ‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

    ‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

    Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

    Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

    Kujerê 22 Kurd û berpirsê JÎTEMa Qoserê: Hasan Atîlla Ugur

    Yek ji faîlên salên 90î Atîlla Ugur hate berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Karkerên hesin xwestin heqdestê wan were sererastkirin

Amed / AW

1 TEBAX 2026 - 14:24
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A
Karkerên hesin ên înşaetê yên li Amedê, li dijî bihabûna şert û mercên giran ên xebatê daxuyanî dan û wiha gotin: “Daxwaza me ne îmtiyaz e, mafê keda me ye.”

Karkerên hesin ên înşaetê li Amedê ji ber şert û mercên giran ên kar û xebatên wan, ji bo daxwazên xwe yên heqdest û mafên karkeriyê li Parka Sumerê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî dan. Gelek saziyên sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn.

Li ser navê karkerên hesin metna daxuyaniyê ji aliyê Kadrî Bozan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji 1ê Tebaxa 2026an pê ve heqdestê wan ê rojane bûye 3 hezar lîre û bang li hemû karkeran hat kirin ku di binê vê heqdestê de nexebitin.

Kadrî Bozan diyar kir ku ji ber enflasyonê, zêdebûna kirêyan û bihabûna pêdiviyên bingehîn êdî nikarin malbatên xwe xwedî bikin û ev tişt anî ziman: “Salek berê heqdestiya me 2 hezar û 200 lîre bû û zêdekirina 300 lîreyî ya ku ji bo îsal hatiye pêşniyarkirin têrê nake.”

Kadrî Bozan di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya ewlehiya kar û wiha domand: “Karê hesin ked, hostayî, sebir û berpirsiyariyeke mezin dixwaze. Gava hostayek dixebite, divê di hişê wî de ne fikarên debarê, ewlehiya kar hebe û îhmalkariyeke biçûk dikare bibe sedema karesatan. Daxwaza me ne îmtiyaz e, mafê keda me ye.”

Her wiha Kadrî Bozan ragihand ku ji 1ê Tebaxa 2026an pê ve, heqdestê rojane ya hostayên hesinî yên li Amedê wekî 3 hezar lîre hatiye diyarkirin û bi bangkirina hemû karkeran dawî li daxuyaniyê anî: “Bêyî tavîzdayînê li vê biryarê xwedî derkevin û di binê vê biryarê de nexebitin. Banga me li şîrket û taşeronan jî bi pêşniyarên kêm nirxa kedê nexînin û rêzê li mafê karkeran bigirin. Heta ku mafê keda me bê radestkirin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Etîket: Heqdestkarkerên hesin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

18 TEBAX 2026
Çalakiya karkeran di roja 6an de ye

Çalakiya karkeran di roja 6an de ye

15 TEBAX 2026
Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

13 TEBAX 2026
‎Li Wezaretê civîna karkerên madenê didome

‎Li Wezaretê civîna karkerên madenê didome

1 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne