OHD û Med Tuhad Fedê rapora 6 mehan a têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyeyê amade kirin. Di raporê de wiha hat gotin: “Rejîma înfazê ya zilamparêz zextên zayendî û siyasî li ser jinan zêde kiriye.”
Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumdaran a MEDê (Med Tuhad Fed) rapora 6 mehan a binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re aşkere kirin. Di daxuyaniya ku li avahiya MED TUHAD-FEDê hate dayîn de hate diyarkirin ku binpêkirinên li 112 girtîgehên cuda yên li Tirkiyeyê û Bakurê hatine berhevkirin.
Endamê Rêveberiya Navenda Giştî ya OHDê Şemdîn Şahîn metna daxuyaniyê xwend. Şemdîn Şahîn destnîşan kir ku binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan êdî ne bûyerên yekane ne, veguherîne krîzeke sîstematîk, avahîsazî û kûr e û wiha axivî: “Rejîma înfazê ya girankirî ku bi Girtîgeha Girava Îmraliyê re derket holê û bi girtîgehên ewlehiya bilind hat berfirehkirin, tecrîdeke giran a fîzîkî û derûnî diafirîne.”
‘Girtiyên ji Rojava û Rojhilat di statuya bêwelat de ne’
Şahîn balê kişand li ser biryara DMMEyê ya sala 2013an û girîngiya nasîna mafê hêviyê tîne ziman. Şemdîn Şahîn anî ziman ku astengkirina mafê gihîştina tenduristiyê, sewqên dereng, muayeneya bikelepçe û raporên ATKyê yên nezanistî rê li ber binpêkirina kirina mafê jiyanê ên girtiyên nexweş vedike û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji aliyê dîn ve Lijneya Îdare û Çavdêriyê mîna darazekî paralel dixebitin û bi hincetên pûç mîna nediyar kirina poşmaniyê rê li ber berdana girtiyên ku dema wan qediyaye digirin. Girtiyên ji Rojava û Rojhilat di statuya bêwelat de ne û ji mafên bingehîn ên mîna parêzer û hevdîtina malbatê bêpar têne hiştin. Rejîma infazê ya zilamparêz zextên zayendî û siyasî li ser jinan zêde kiriye û mafên wan ên paqijî, tenduristî û dîtina zarokên wan asteng dike. Di heman demê de astengkirin û neşandina name, pirtûk û rojnameyên Kurdî û muxalîf binpêkirina aşkere ya qedexeya cihêkariyê û azadiya ragihandinê ye.”
Şahîn bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan a di 27ê Sibata 2025an de ya Aştî û Civaka Demokratîk û anî ziman ku tevî vê bangê jî di rewşa girtîgehan de başbûnek çênebûye û wiha dawî bi dawî kir: “Saziyan teqez kir ku ji bo paşerojeke aştiyane pêngava yekem divê ji girtîgehan bê avêtin, dawî li tecrîdê bê anîn û gavên qanûnî yên guncav bi lezgînî werin avêtin.”















