• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Wê gelê Wanê bersiva aqilê dewletê bide’

Wan / AW

12 SIBAT 2025 - 13:40
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di çalakiya li pêş Şaredariya Wanê de axivî û diyar kir ku wê Gelê Wanê bersiva aqilê dewletê careke din bide. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî got: “Desthilat amadekariya darbeyek din a siyasî dike û hewl dide pêvajoya nû xera bike.”

Li Wanê piştî 3 sal û 9 meh cezayê hefsê dan Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, çalakiyên nerazîbûnê hatin destpêkirin û ji duh ve gelê Wanê li pêş şaredariyê nobetê digire. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari tev li çalakiya li pêş şaredariyê bûn û li vir bi girseyî daxuyanî dan.

‘Em ê vîna xwe biparêzin’

Di daxuyaniyê de ewilî Hevşaredar Abdullah Zeydan axivî û diyar kir ku gelê Wanê tevî sermayê jî vîna xwe diparêze. Abdullah Zeydan destnîşan kir ku encam çi dibe bila bibe dê ew vîna gel biparêzin û got: “Em beşekî vê têkoşîna pîroz in û têkoşîna demokrasî, aştî û edaletê didin, li dijî vê bêşermiya desthilatê em rûmeta xwe diparêzin. Em dizanin ev pêvajoyek kumpasê ye û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) jî vê biryar daye. Dixwazin bi kûmpasan careke din vîna gel desteser bikin.”

‘Dosyeya Zeydan vala ye’

Piştre Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr axivî û diyar kir ku desthilat zilma xwe weke Şûrê Demoklesê li ser gel dihejîne. Cemal Demîr destnîşan kir ku Wanê di hilbijartinê de dîrok nivîsand û her 14 şaredariyên xwe jî bi dest xist û wiha got: “Me di vî welatî de AKP kir partiya tabelayê. Niha jî dixwazin bi kûmpasên darazê vîna gel desteser bikin. Ez weke hiqûqnasekê vê dosyayê dinêrim û dibînim ku ev dosye dosyeyeke vala ye û ji aliyê Îstînafê ve nehatiye qebûlkirin. Ev helwest, helwesteke siyasî ye ne hiqûqî ye.”

‘Wan rûmeta me ye’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî bal kişand ser berxwedana Wanê û diyar kir ku pergala qeyûm pergala kûmpasê ye. Serra Bûcak anî ziman ku gelê Wanê li cem vîna xwe disekine û ev yek anî ziman: “Em ê bi ser bikevin û ew dê winda bikin. Em Amedê li cem gelê Wanê ku her 14 şaredariyên xwe jî bi dest xistine, ne. Yên ku xwestin vîna vî gelî desteser bikin, bi berxwedana ciwanên rûken re rû bi rû man. Wan rûmeta me ye.”

‘Kurd wê li dijî polîtîkayên şerê taybet têbikoşin’

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî bal kişand ser têkoşîna Kurdan ya azadiyê û diyar kir ku niha li Wanê jin û zarok hêmanên demokrasiyê bi cih tînin. Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi lêv kir ku gelê Wanê dersek da aqilê dewletê yê şer, qeyûm, înkar û bişaftinê û wiha axivî: “Di hiqûqa vî dewletê de nasnameya Kurdan heye? Ew hiqûqa em tê de nebin, hiqûqa serdestan e, lewma Kurd vê biryarê nasnakin. Me Wan 2 caran bi dest xist û niha careke din êriş dikin. Em ê dîsa bi ser bikevin û dê gelê Wanê bersiva polîtîkayên neçareseriyê yên aqlê dewletê bide. Divê navê pêvajoya nû bi demokrasiyê û aştiyê bê bibîranîn. Ji ti kesî ti deng dernakeve, lê li Îmraliyê di 12 metrekareyan de kedeke mezin heye û dem dema piştgiriya vê kedê ye. Gelê Kurd wê li dijî polîtîkayên şerê taybet bi paradîgmaya Birêz Ocalan têbikoşe. Dawiya vê berxwedanê azadî ye.”

‘Bi polîtîkayên qeyûm bersiva pêvajoyê dide’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî bal kişand ser serkeftina Wanê ya di hilbijartina xwecihî de û wiha got: “Destên xwe ji şaredariyên me bikşînin, em dixwazin xizmeta gelê xwe bikin. Cezayê hatiye dayîn ne tenê desteserkirina gelê Wanê ye, her wiha binpêkirina qanûnên xwe dikin. Ev desthilat amadekariya darbeyeke din a siyasî ye. Dîsa bi copên xwe, leşkerên xwe, panzerên xwe şaredarî dorpêç kirine. Em li Wanê rê nadin vê hewldana darbeyê. AKP hewl dide pêvajoya nû xera bike û bi polîtîkayên qeyûm bersiva pêvajoyê dide. Em li pişt pêvajoyeke aştiya birûmet in. Banga me ji bo qesrê ye, em ê têkoşîna mezintir bikin û ji bo gelê xwe bixebitin.”

Piştî axaftinan gel li pêş şaredariyê govend gerand. Nobeta gel a li ber şaredariyê didome.

Etîket: Abdullah ZeydanDBPDEM PartîpêvajoQeyûmWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne