Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş diyar kir ku di çêkirina qanûnê de hatine ber bi dawiyê ve û qanûn dê nebe efûya giştî û piştî tespîta fesixkirinê dê bikeve meriyetê.
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş di merasîma madalyaya Îneboliyê de li Meclisê axivî. Numan Kurtulmuş derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û qanûna çarçoveyî de diyar kir ku ew di çêkirina qanûnê de gihîştine asta dawî û qanûn dê nebe efûya giştî û piştî tespîta fesixkirinê dê bikeve meriyetê.
Numan Kurtlulmuş anî ziman ku piştî qanûnê dê êdî pêvçûn dernekevin, welat bihîje aramiyê û wiha got: “Em hêvî dikin ku li ser lihevkirina partiyên me, em ê bi mutabaketekê pêvajoya qanûnî bi hev re pêk bînin. Bi vê qanûnê deriyeke nû dê bê vekirin û wê cihêkarî nebe.”













