Berdana girtiyê nexweş ê giran Mehmet Sait Yildirim du caran hate taloqkirin. Dîroka cara dawî ya ji bo berdanê hatibû diyarkirin 25ê Tabaxê ye û ew roj nêzîk dibe. Parlamentera Şirnexê û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan serî li Wezareta Dadê û Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoyê da û bal kişand ser metirsiya taloqkirineke nû ya kêfî û encamên wê yên giran.
Girtiyê nexweş Mehmet Saîd Yildirim ji sala 1995an ve girtî ye. Dema diyarkirî ya ji bo berdana girtiyê nexweş ê giran Mehmet Sait Yildirim 25ê Tebaxê ye û ev dîrok nêzîk dibe. Berdana Yildirim du caran hate taloqkirin dê vê carê pêk bê an na hê ne diyar e. Malbat û xizmên wî ku 33 sal in li benda wî ne, hem hêvîdar in ku bê berdan hem jî fikarên wan hene.
Diviyabû Yildirim sal nîvek berê bişert bihata tehliyekirin, berdana wî bi biryara Desteya Çavdêriyê ya Rêvebiriya Girtîgehê du caran hat taloqkirin. Tevî ku mafê wî ê berdana bişert di 27ê Sibata 2025an de bû, berdana wî berê ji bo 27ê Kanûna Pêşîn a 2025an û piştre jî ji bo 25ê Tebaxa 2026an hate bipaşve xistin. Desteyê di her du biryarên taloqkirinê de weke hêcet gotiye ku Yildirim “qeîde û rêpîvanên girtîgehê pêk neanîne” û “poşman nebûye”.
Pirsname û serlêdana Ayşegul Dogan
Roja tehliyeya Yildirim careke din nêzîk bûye û Parlamentera Şirnexê û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê bi daxwaza ku Wezîrê Dadê bibersivîne pirsnameyeka nivîskî pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kir. Her wiha Ayşegul Dogan serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Parlamentoyê jî da û xwest ku rewşa tenduristiyê ya Yildirim û pêvajoya ceza li gorî mafê jiyanê û mafê tenduristiyê bê lêkolînkirin.
Tevî ku bi ser dîroka berdanê re sal û meh derbas bûne jî tenê salname neguheriye li gorî raporên tenduristiyê yên ku di serlêdanên Ayşegul Dogan de cih girtine, bi taloqkirina berdanê re rewşa tenduristiyê ya Mehmet Sait Yildirim jî girantir û xirabtir bûye.
Ayşegul Dogan di serlêdanên xwe de ragihandiye ku nexweşiyên dil, hîpertansiyon, KOAH, hişkbûna demaran, fitiqa stû û nexweşiya pişikan bi Yildirim re hene. Dogan bal kişandiye ser wê yekê ku Yildirim êdî nikare pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bike û axaftina wî giran bûye û di şert û mercên girtîgehê de nikare birêkûpêk bê dermankirin.
Xwîn avêtiyê ser çavê Yildirim
Li gorî dosyeyê, pirsgirêkên tenduristiyê yên Yildirim tenê bi vê re sînordar nîn e. Hat ragihandin ku di destpêka meha Tîrmehê de xwîn avêtiye ser çavê rastê yê Yildirim û bi awayekî lezgîn birine nexweşxaneyê. Lê di dema birina wî de xwestinê destê wî kelemçe bikin û bi vî awayî kontrola wî ya tenduristiyê pêk bînin. Hate zanîn ku li gel bi ser de hefte derbas bûne jî pirsgirêkên dîtinê yên Yildirim berdewam dikin û kontrolên wî yên tenduristiyê nehatine kirin. Her wiha pêvajoya diyarkirin û dermankirina birînên ku di laşê wî de çêbûne jî hatiye paşxistin.
Rewşa tenduristiya Yildirim biriye rojeva Meclisê
Ayşegul Dogan di pirsnameya ku pêşkêşî Parlamentoyê kiriye de tenê behsa rewşa tenduristiyê ya Mehmet Sait Yildirim nekiriye, pêkanînên Desteyên Çavdêriyê ya Rêvebiriyên Girtîgehan jî aniye ziman. Di pirsnameya xwe de pirsiye ku gelo dê berdana Yildirim careke din bê nirxandin an na, ji bo pêkanînên di dema sewqa nexweşxaneyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin an na, di salên dawî de hejmara girtiyên ku bi hinceta “qeîde û rêpîvanên girtîgehê pêk neanîne” û “poşman nebûye” berdana wan hatine taloqkirin çend in û ji van çend kes nexweşên giran in û gelo dê pêkanînên heyî ji ber çavan bên derbaskirin an na.
Dogan di serlêdana xwe ya ji bo Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan de jî xwest ku rewşa tenduristiyê ya Yildirim li girtîgehê bê lêkolînkirin, dbê nirxandin ku gelo ji aliyê tibbî ve mayîna wî ya di girtîgehê de pêkan e an na, derengxistina dermankirina bê lêkolînkirin û her wiha Dogan xwest ku şert û mercên gehiştina bênavber a xizmetên tenduristiyê bê sazkirin.
Çi qewimibû?
Saît Yildirim di Sibata 1995an de hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê (DGM) ve cezayê muebedê lê hate birîn.
Li ser daxwaza Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di 15ê Adara 2015an de Yildirim di çarçoveya “Peywira sekreteryayê” de biribûn Girtîgeha Tîpa Fyê ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. 9 roj piştre di 25ê Adarê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên weke dil û KOAH yên Yildirim, ew ji Îmraliyê anîbûn Girtîgeha Tîpa Fyê ya Boluyê.
Ji ber nexweşiya dil, Yildirim pêşî sewqî Girtîgeha Tîpa Fyê ya Boluyê, paşê jî sewqî Girtîgeha Tîpa Dyê ya Amedê û Tîpa Tyê Odemişê ya Îzmîrê hatibû kirin. Di 6ê Îlona 2018an de ji bo Girtîgeha Jimare 1ê ya Kiriklarê hate şandin. Bi salan e bi “fermana Wezaretê” di hucreya yekkesî de tê girtin.
Pirsgirêkên tenduristiyê yên Yildirim yên wekî fitiqa sitû, tansiyona zêde, nexweşiya dil a arteriosklerotîk, KOAH û nexweşiya damaran heye.













