Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Erebistana Siûdî li Iraqê li dijî nuqteyên Heşdî Şabî êrîşên hewayî yên hevpar pêk anîn û di encamê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha piştî êrîşê bihayê petrol jî nêzî sedî 5 bilind bû.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Erebistana Siûdî li Iraqê li dijî komên alîgirê Îranê êrîşên hewayî yên hevpar pêk anîn. Li gorî çavkaniyên Heşdî Şabî ya girêdayî artêşa Iraqê, ji ber êrîşan herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn.
Rayedarên Heşdî Şabî diyar kir ku di êrîşan de biryargehên li herêmên cuda yên Iraqê hatine hedefgirtin û windahiya herî giran li wîlayeta Nînowa ya li bakurê welêt çêbûye. Rayedaran anî ziman ku dibe hejmara miriyan zêde bibe.
Erebistana Siûdî: Bi CENTCOM re bi rengekî koordîneyî pêk hat
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku operasyon bi Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) re bi rengekî koordîneyî pêk hat. Wezaretê komên hatine hedefgirtin weke ‘milîsên terorîst ên girêdayî Îranê’ binav kir û ragihand ku ev êrîş weke bersiva êrîşên dawî yên li ser tesîsên petrola Siûdî Erebistanê pêk hatin.
Heşdî Şabî: Êrîşa terorê
Heşdî Şabî jî daxuyanî da û DYA û Erebistana Siûdî sûcdar kir ku ‘êrîşa terorê’ pêk anîne. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku biryargehên fermî hatine hedefgirtin, gelek personel mirine yan jî birîndar bûne û li tesîsan zirarên cidî çêbûne.
Îran: Me li sê tankerên petrolê xist
Li aliyê din Muxafizên Şoreşê yên Îranê diyar kir ku wan li sê tankerên ku hewl didan li Kendava Hurmuzê derbas bibin xist. Îranê îdîa kir ku tankeran tevî hişyariyan jî rotayên xwe yên ‘xeter û derqanûnî’ domandin.
Bihayên petrolê car din bilind bûn
Li Rojhilata Navîn rageşiya zêde bû, bandor li piyasaya enerjiyê jî kir. Piştî êrîşan petrola xam a DYAyê (WTI) nêzî sedî 4,7 bilind bû û derket 83 dolarê, bihayê varîla petrola Brent jî dîsa nêzî sedî 4,7 bilind bû û derket 88 dolarê.













