Rejîma Îranê bi drona bombebarkirî êrişî derdora navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê kir. Ji ber êrîşê li çiyayê Heybet Sultan şewat derket.
Li gor agahiyên ji herêmê rejîma Îranê bi dronek xwekuj êrîşî pişta Zanîngeha Koye kir ku li pişta wê çiyayê Heybet Sultan heye.
Hat gotin ku piştî êrîşê li beşek ya Heybet Sultan şewat derketiye. Têkildarî ziyanên êrîşê agahiyên zelal bi dest neketine.
Derbarê êrîşa Îranê ya Koye de Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî bi daxuyaniyek ragihand ku êrîş li hember baregehên wan pêk hatiye.
Hêjayî gotinê ye roja 21ê Tîrmehê jî li çiyayê Ezmer û Guwêje yên Silêmaniyê şewatek mezin derketibû. Piştre çapemeniya nêzî Pasdarên Îranê ragihandibûn ku şewat ji ber êrîşa Îranê derketiye.













