Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li Şamê ye.
Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Asaad El Şeybanî li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê pêşwaziya Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û şandeya pê re kir.
Biryar e ku Guterres bi Serokê Hikûmeta Demkî Ehmed El Şara û Wezîrê Karên Derve û çend rayedarên Hikûmeta Demkî û nûnerên civaka sivîl re bicive da ku li ser pêşketinên di qonaxa veguhêz û rêbazên piştgiriya hewldanên ji nû ve avakirina saziyên dewletê de nîqaşan bike.
Tê payîn ku serdana Guterres çend rojan bidome, her çend NYyê hîn rojeva xwe ya tevahî aşkera nekiriye.
Serdana dawîn a sekreterê giştî yê NYyê bo Sûriyeyê berî Guterres, ji aliyê Ban Ki-Moon ve di sala 2009an de bû.













