* Hevserokê DBPê yê Wanê hiqûqnas Cemal Demîr giştînameya Wezareta Dadê ya derbarê sazkirina buroyên taybet bi navê “sûcên terorê” nirxand û wiha got: “ Hewceyî bi buro û ofîsên nû nîn e, pergala heyî ya darazê bes e.”
* Endama Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Songul Korkmaz diyar kir ku li gel pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome jî dewleta Tirk ji gundên başûrê Kurdistanê derneketiye û got ji bilî dewleta Tirk dewleta Îranê jî di rojên dawî de êrişên Başûr dike, gelek kes di encama êrişan de jiyana xwe ji dest dane û got: “Êrişên ku li ser Başûrê Kurdistanê pêk tên, em ê tu carî qebûl nekin.”
* Qada Taksîmê ji bo çîna kedkaran cihekî gelek girîng e. Bi salan e Qada Taksîmê ji bo pîrozbahiyên 1ê Gulanê û ji tevahî çalakiyan re girtî ye. Bîryardariya Taksîmê bi salan e bi barîkatan ve hatiye dorpeçkirin û di binçavan de ye.
* Xizmên Windayan û şaxên ÎHDê yên Amedê, Êlihê, Colemêrgê dê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” bidomînin (12:00)
* Platforma Şiyar Be dê li kolana Surmelî ya Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li dijî tiryakê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (13:00)
* Şaredariya Peyasê ya Amedê dê li Parka Rojava Konsera Gel li dar bixe. (20:00)








