Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Ozgur Ozel ku Partiya Nû avakir pîroz kirin û jê re serkeftin xwestin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi telefonê li Ozgur Ozel geriyan û ji bo avakirina Partiya Nû pîroz kirin. Hevserokên ji Ozgur Ozel re serkeftin xwestin û gotin: “Em di wê baweriyê de ne ku hûn ê di vê rê ya nû de jî hewldanên ji bo demokrasî, aştî û wekheviyê bidomînin.”













