* Peymana Lozanê sed sal berê nexşeya herêmê ne li ser rastiya civakî, li ser tunehesibandina Kurdan ava kir. Îro di salvegera peymanê de, pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” derfetekê dîrokî radixîne ber siyasetê ku ji vê krîza sedsalî vegere û sedsala nû bi hişmendiya civaka demokratîk tacîdar bike.
* Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalan Sabahattin Kaya bal kişand ser qanûna çarçoveyî û destnîşan kir ku cara ewil e dê di bin siwana Meclisê de qanûn bê derxistin û derxistina qanûnê dê baweriyekê jî bi xwe re bîne û bibe gaveke şênber.
* Siyasetmedar Faysal Sariyildiz diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê di encama 10 salan de neçar ma ku pêvajoyê ji nû ve bide destpêkirin û wiha got: “Tirkiye di encama van 10 salan de kete rewşeke desttengiyê ku êdî nikarîbû faîza deynên xwe yên derve jî bide.”
* Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî derbarê pêvajoya heyî de anî ziman ku weke nivîskarên Kurd dixwazin di vê pêvajoyê de çareseriyê bibînin û wiha got: “Ji bo ku civakek azad be û di roniyê de bijî, divê beriya her tiştî wêjeya wî azad be.”
* Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Esra Çîçek bal kişand ser zêdebûna kuştina jinan û mirinên biguman ên jinan ku di serdema dawî de pêk tên û diyar kir ku pirsgirêka herî mezin ew e ku qanûna bi hejmara 6284 bi awayek bandor nayê sepandin.
* Li Wanê cade û kuçeyên Taxa Xaçortê bêbinesazî ne û gaza xwezayî neçûye hin kolanan. Xelkê taxê ji bo çareserkirina pirsgirêka gaza xweyazî û çêkirina rêyan bang li rayedaran kir.
* Rêveberiya DEM Partiyê ya Navçeya Sûrê dê bi dirûşma “Em feraseta ku gel mehkûmî tarîtiyê dike” qebûl nakin li ber Mizgefta Mezin a navçeya Sûrê ya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14:00)
* Rêxistina DBPê ya Sêrtê dê bi dirûşma “Em ê li dijî hişbir û fihûşê jiyana nû ava bikin” li Piyasa Kevn a Heywanan çalakiya nobetê li dar bixe. (10:00-00:00)
* Festîvala Çand û Xwezayê ya Kanîreşê ya Çewligê ku piştî 16 salan tê lidarxistin dê îro di roja duyemîn de berdewan bike û bi konserê bi dawî bibe. (17:00-23:30)








