* Li Meclisa Tirkiyeyê nîqaşên li ser qanûna çarçoveyî berdewam dikin. Li bendê ye ku di rojên pêş de di navbera partiyên siyasî de li ser qanûna çarçoveyî muzakere bê kirin. Her wiha hat zanîn ku DEM Partî dê di danûstandinan de pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî re be parve bike.
* Li başûrê Kurdistanê bi sedan gund ji aliyê Artêşa Tirk ve bi hinceta, “ewlehiyê” qedexe ne û şêniyên van gundan nikarin biçin gundan. Xelkê herêmê da zanîn ku hewldanên wan ên çûna gundan bêencam dimînin.
* Hevşaredarê Erxeniyê û derûnnas Şiyar Guldîken destnîşan kir ku zarokên 7 salî jî madeyên hişbirê bikar tînin û belavkirina madeyên hişbirê ne tenê wek pirsgirêkeke asayî ye û got ku di heman demê de polîtîkayeke taybet e. Şiyar Guldîken anî ziman ku bi taybetî li ser ciwan û jinan polîtîkayeke rizandinê tê kirin û wiha got: “Ji bo ku ev polîtîka bêbandor bibe tenê şaredarî têrê nake û divê hemû civak bibe piştgirê têkoşîna li dijî wê.”
* Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar û xebatkara Mudûriyeta Polîtîkayên Jinan û Malbatê ya Şaredariyê derûnnas Sîbel Luzum da zanîn ku wan bostanê ku li navçeyê ava kiriye ne tenê ji bo hilberînê ye, bostan di heman demê de ji bo piştevaniya civakî û xurtkirina aboriya jinan e.
* Li Mezopotamyayê çanda deqê ji serdema neolîtîkê ve wekî zimanekî mistîk û zirxê parastinê tê nasîn û bîranîna dîtbarî ya herî kûr a Mezopotamyayê ye. Her wiha deq, ji bo jinan jî xweîfadekirin e.
* Festîvala Çand û Xwezayê ya Kanîreşê ya Çewligê ku piştî 16 salan tê lidarxistin û dê du rojan bi çalakiyên cur bi cur bidome îro dest pê dike. (10:00-22:00)
Kirmanckî
* Xortê dewa Xatalaşîye şîyê welatanê xerîban û sukanê pîlan Velî Dûrmûş cayê ra nêşîyo, dewa xo de vindeto û qaytê naxire keno, vaşan çîneno. Nêwazeno dewa xo biterikno wina vano: “Wazon ke dewa xo de mêşerî, xortê dewa ma kes nêmend. Dewan de weşîye ramitene zê waxtê verênî nîya.”








