Bi pêşengiya MEBYA-DERa Êlihê serdana şîna endamê YPGê Xalid Cûdî (Levent Yildirim) yê ku di encama nexweşiyeke giran de jiyana xwe ji dest dabû hate kirin.
Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) a Êlihê li mala şînê ya Feqiyê Teyran a taxa Bayindirlikê ya Êlihê serdana şîna endamê YPGê Xalid Cûdî (Levent Yildirim) yê ku di encama nexweşiyeke giran de li rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû kirin. Di serdana şînê de nûnerên partiyên siyasî yên bajêr, Dayîkên Aştiyê, Aktîvîstên TJAyê, Komeleya Saziya Ziman û gelek saziyên civakê yên bajêr û gelşek kes li wir amade bûn. Girseya ku li wir kom bibûn beriya ku derbasî hindur bibin dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin. Piştî derbasî hundir bûn ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin. Piştî rêzgirtinê dîsa diruşmeya “Şehîd namirin” berz kirin û dûa hatin xwendin. Wêneyên Xalid Cûdî bi kesk û sor û zer û bi findan hat xemilandin.
‘Ew ê rêya me ronahî bikin’
Endamê MEBYA-DERa Êlihê Şafî Aratemûr li ser navê saziyê axivî û got: “Çiyayê Cûdî li Kurdistanê çiyayekî herî kevnare ye, pîroz e û bilind e. Pêxember jî hatine li çiyayê Cûdî jiyane. Hevalê Cûdî jî weke çiyayê Cûdî bilind û mezin e û wateya wî jî ew qas girîng e. Ew di ferqa zanîna Kurdistanê û ya vê axê de bû. Kurdistan ji bo kesên ku çav berdanêkê ji wan re nabe yar û bila zanibin ew ê ev axa pîroz a Kurdan be. Ne ya kesî ye. Em bejna xwe li ber hevalên şehîd ditewînin û hevalên ku pê re şehîd ketine ew ronahiya me ne. Ew ê rêya me ronahî bikin. Şehîd namirin.”
Dê şîn sibê bi dayîna mewlûdê bi dawî bibe.






















