Riha – Li Rihayê ji bijîşkan heta hunermendan ku beşdarî kursa zimanê Kurdî dibin bal kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî û bang li her kesî kirin ku ji bo siberoja xwe li her derê bi Kurdî bê axaftin, nivîsandin û fikirandin.
Di serdemekê de ku polîtîkayên bişaftinê bi her awayî tên meşandin, xwedîderketina li zimanê zikmakî wekî helwesteke jiyanî derdikeve pêş. Zimanek tenê bi axaftina li kuçeyan na, bi perwerde, fêrbûna akademîk û veguhastina bo nifşên nû dikare li ser pêyan bimîne. Ji ber vê yekê, gihandina mamosteyên zimanê Kurdî wek pêngaveke dîrokî tê dîtîn. Komeleya Zimanger a Rihayê, ev demek li Rihayê kursên zimanê Kurdî yên di asta mamostetiyê hatiye destpêkirin û dewam dike. Di van kursan de ne tenê rêziman, jineolojî, dîroka zimanê Kurdî, wêjeya Kurdî, hişmendiya ziman, pedegojî, folklora Kurdî û gelek dersên din ên ku ji bo mamostetiyê pêwîst in tên dayîn.
Welatiyên ku ji navçeyên Rihayê û bajarên derdorê tevlî kursê dibin, li ser girîngiya fêrbûn û hînkirina zimanê Kurdî ji ajansa me re axivîn.
‘Dema em bi zimanê dayikê diaxivin, em nexweşan baştir fêm dikin’

Serdar Bûrakmak ê ku li Nexweşxaneya Navçeya Hewagê ya Rihayê bijîşkiyê dike, diyar kir ku ziman ji bo gelekî yekbûna çandî ye û wiha axivî: “Divê ciwan, jin û nifşên nû li ser zimanê xwe rabin û di nav xebatên çandî û zimanî de cih bigirin. Ziman û çanda me xwedî dîrokeke kevnar e û bi hezaran salan e heta vê rojê hatiye. Ji bo zimanê me winda nebe û bêtir pêş bikeve, em nikarin li benda kesî bin. Em dikarin bi xwe di nava van xebatan de cih bigirin. Ez bijîşkiyê dikim û piraniya danûstandinên min bi gel re çêdibin. Dema welatî tên nexweşxaneyê bi zimanê xwe diaxivin; heke ez zimanê wan nizanibim, em nikarin nexweşiya wan baş fêm bikin. Em gelek caran vê yekê di pratîkê de dibînin. Ji ber vê yekê, dema em bi zimanê wan bi nexweşan re diaxivin, hem ew xwe baş hîs dikin û gilî û gazincên xwe yên nexweşiyê baştir ji me re dibêjin, hem jî kêfa wan tê. Em bi dîtina dersên zimanê Kurdî hem zimanê xwe pêş dixin hem jî xwe amade dikin ku ziman bigihînin nifşên nû. Em hewl didin dersên bi vî awayî zêdetir berdewam bikin û tevlîbûn xurtir bibe.”
‘Êşa dayika min a li nexweşxaneyê ji bo min bû birînek’

Hediye Kalkan a ku karê hunerê re mijûl dibe û navçeya Wêranşarê tevlî qursê dibe, destnîşan kir ku hînbûn û pêşxistina zimanê Kurdî bandoreke pir mezin li ser wê kiriye û ev ev tişt anî ziman: “Dayika min bi salan nexweş bû û dema diçû nexweşxaneyê nikaribû bi Tirkî xwe îfade bikira. Ji ber ku wê û bijîşk hevdu fêm nedikir, ew êşa ku dikişand nikaribû bi zimanê xwe bigota. Ev yek ji bo min bû birîneke herî giran. Mirateya zimanê Kurdî ji bo me mirateya herî girîng e û divê em lê xwedî derkevin. Axaftina zimanê Kurdî û belavkirina wî, berpirsiyariya me hemûyan e. Ez karê hunerê dikim û di nava gel de me. Ji bo têkiliya min bi civakê re bêtir pêş bikeve û em bi zimanê xwe hunerê bikin, ez hewl didim zimanê xwe baştir fêr bibim. Sîstemê ciwanên me ji zimanê wan dûr xistine, ev ji bo şexs û civakê tiştekî pir biêş e. Eger mirov zimanê xwe nizanibe, dê çanda xwe û jiyana xwe ji bîr bike. Banga min ji hemû dayikan ew e ku li malê bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin; ciwanên me jî divê vegerin ser zimanê xwe.”
‘Ziman laş û hebûna mirov e’

Omer Yardimci yê ku ew jî yek ji beşdarên qursê ye, ziman wekî ‘laş û hebûna mirov’ pênase kir û bal kişand ser metirsiya bişaftinê û wiha got: “Armanca me ew e ku di pêşerojê de zimanê Kurdî bêtir bê pêşxistin. Ji bo ev ziman winda nebe û bigihîje nifşên nû, divê em perwerde bibînin. Ziman çeka neteweyî ya herî bi bandor e. Dema ziman tune be, netewe ji holê radibe, diqede û dipişive. Ji ber vê yekê divê em bi Kurdî bifikirin, biaxivin û bijîn.”
‘Armanca me perwerdeya bi zimanê zikmakî ye’

Huseyîn Îzol jî anî ziman ku ji bo Kurdan ziman nasname û çand e û ev tişt anî ziman: “Kesê ku zimanê xwe bizanibe, jiyana xwe baştir bi rê ve dibe. Em li vir perwerdeya mamostetiyê dibînin da ku di pêşerojê de em zimanê xwe fêrî kesên din bikin. Em sê, çar meh perwerde dibînin; me berê tîp nas kirin, îro jî em dersa pedegojiyê dibînin. Pêwîst e em her dem bi Kurdî bixwînin, binivîsin û bifikirin. Divê em li malê bi hevjîn û zarokên xwe re, li taxan bi cîranên xwe re bi Kurdî biaxivin. Hedef û armanca me ya sereke ew e ku di siberojê de zimanê me bibe zimanê fermî û perwerde bi zimanê dayikê bê dayîn.”












