Di konsera ku ji aliyê Şaredariya Xana Axparê ve hat organîzekirin de, Mehmet Atli û Rûken Yilmaz derketin ser dikê û bi stranên xwe girseyê coşandin.
Ji aliyê Midûriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Xana Axparê ya Amedê ve ‘Konsera Gel a Xana Axparê’ hat lidarxistin. Di konserê de ku xelkê navçeyê eleqeyeke mezin nîşan da, navên hezkirî yên muzîka Kurdî Mehmet Atli û Rûken Yilmaz derketin ser dikê. Di konsera ku li Parka Nûjiyanê hat lidarxistin de, astengdara çavan Nîsanur Fîdan a ku bi serê xwe fêrî piyanoyê bûbû jî derket ser dikê.
Di konserê de lîstikvanên Xana Axpar Belediyesporê yên ku di Lîga 1emîn a Amator a Diyarbekirê de bûbûn şampiyon, madalya û kûpaya şampiyoniyê girtin.
Hevşaredara Xana Axparê Semra Akyuz beriya konserê axaftineke kurt kir û bal kişand ser girîngiya civakî ya hebûna zimanê Kurdî. Akyuz destnîşan kir ku muzîka Kurdî ji bo pêşveçûn û zindîhiştina ziman û çandê gelek girîng e.
Hevşaredarê Xana Axparê Mehmet Şerîf Arzu jî bal kişand ser pêvajoya ku tê meşandin û hêvî kir ku ev pêvajo bigihêje encamê û rê li ber siyaseta demokratîk vebe. Arzu bal kişand ser girêdana di navbera serkeftina pêvajoyê û rakirina astengiyên li pêşiya zimanê dayikê de û xwest ku nêzîkatiya cudaxwaz a li hemberî ziman û çanda Kurdî di demek zû de bi dawî bibe.
Piştî axaftinan Nîsanur Fîdan derket ser dikê û bi performansa xwe rastî eleqeyeke mezin hat. Piştî Nîsanur Fîdan, Mehmet Atli û Rûken Yilmaz derketin ser dikê û bi stranên xwe coşandin. Konsera ku rastî eleqeyeke mezin a welatiyan hat, bi gerandina govendê bidawî bû.



















