• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelê Wanê: Em lojmanan naxwazin, pêdiviya Wanê bi parkan heye

Onder Akbûlût /AW

19 TÎRMEH 2026 - 10:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan- Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê qayim biryara çêkirina parqê betal kir û li şûna wê lojmana leşkerî tê çêkirin. Gelê Wanê bertek nîşanî vê biryarê da û wiha got: “Em lojmanan naxwazin, pêdiviya Wanê bi parqan heye, divê ev biryar were betalkirin.”

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li taxa Dereçalikê ya navendî ku dikeve hemberî AVMê, li ser girava bi hejma 217 û parsela 34 û 35an çêkirina lojmanên leşkerî destpêkiriye. Ev rewş zihniyeta qayim bi awayekî zelal radixe berçavan. Pêdiviya Waniyan bi parkên ku zarok karibin tê de bilîzin, qadên kesk ên ku mirov lê bêhna xwe vedin, qadên jiyanê ku jin, kal û pîr, mirovên astengdar û hemû hemwelatî karibin bi awayekî ewle û hêsan bi kar bînin. Lê qayim şûna ku li gor pêdiviyên gel tevbigere li gor burokrasiya dewletê devdigere, îradeya gel binpê dike.

Şaredariya DEM Partiyê biryara parkê girtibû

Ev dera ku nav bihorî berê wek cihê leşkaran dihat bikaranîn lê di Plana Îmarê ya Nazim a bi pîvana 1/5000 de ku di sala 2018an de hatibû pejirandin, wekî ‘Qada Xizmeta Giştî’ hatibû plankirin. Guhertina planê ji aliyê meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve di serdema rêveberiya DEM Partiyê de bi armanca veguherandina herêmê bo qada parkê hatibû kirin. Anku Guhertina Plana Îmarê ya Nazim a bi pîvana 1/5000 ku li gorî biryara 13yê Îlona 2024an a bi hejmara 375an hatibû amadekirin, bi biryara meclisa şaredariyê ya 13yê Kanûna 2024an a bi hejmara 592yan ji aliyê meclisa şaredariyê ve hatibû qebûlkirin.

Îtiraza cendirmeyan qebûl kir

Lê qayimê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê li ser îtiraza Rêveberiya Bajêr a Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ya Wanê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan biryara meclisa şaredariyê betal kir. Piştî betalkirina vê biryarê li qadê kolandina ji bo avahiya lojmanan dest pê kir. Derket holê ku qayim ji bo kolandinê îhale pêkaniye li bi awayekî qaçax karê kolandinê daye destpêkirin. Cihê ku xebat lê tê kirin di nav sînorê Şaredariya Rêya Armûşê de ye, lê ji bo kolandinê ji şaredariyê rûhsat nehatiye girtin. Şaredariya Rêya Armûşê duh qada xebatê mohr kiribû.

‘Pratîka qayim pratîkeke bêrûmet e’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdûllah Zeydan yê ku qayim li şûna wî hatiye tayînkirin tunehesibandina biryara ku meclisa şaredariyê di dema wan de girtibû nirxand û bal kişand ser polîtîkayên qayimtiyê û xespkirina vîna gel.

Abdûllah Zeydan da zanîn ku dema qayim tayînî şaredariyê dikin, tenê hevserokatiyê desteser nakin, meclisê jî desteser dikin û wiha got: “Îradeya meclisê jî desteser dikin, çend heb memûrên şaredariyê wek endamên meclisê peywirdar dikin, erka meclisê didin van memûran, ev 4-5 memûr biryaran distînin. Ev êrişeke, heqareteke mezin e li dijî îradeya gel. Li dijî gel bêrêzî ye, li dijî demokrasî û edaletê ye. Pratîkeke bêrûmet e. Bajêr bi hişmendiyke talanker talan dikin.”

Qayim nehîşt ku qadeke bi ewle ji bo gel bê avakirin

Abdûllah Zeydan balkişand ser rêjeya qadên hêşinahiyê ya li gor standartê Ewropayê û axaftina xwe wiha domand: “Li gor pîvanên Ewropayê li bajarekî serê mirovekî 10 metre kare qada hêşinahî dikeve, lê ev rêje li Wanê 70 santîm e, anku metreyek jî nîn e. Em bi hişmendiyeke ekolijîk, civakî tev digerin. Li navenda Wanê qadên şînkayê hema bêje qet tune ye. Li gor projeya me, me yê binê wê jî kiriba otopark, ji ber ku li Wanê pirsgirêkeke bingehîn jî tunebûna otoparkan e. Ya herî girîng jî Wan herêma erdhejê ye. Ev der dê di demên erdhejan de wek qada ku gel bi awayekî ewle lê kom bibe jî bihata bikar anîn. Ruxmê vê jî qayim ev biryara me ya ji bo ku qada şînkayê zêde bibe, betal kir. Di vê pratîka wan de jî me dît qayim ji bo Wanê xirabiyeke herî mezin e. Derdê wan gelê Wanê nîn e, derdê wan dizî, xirabî û talan e.”

‘Em ê li dijî talanê bêdeng nemînin’

Abdûlalh Zeydan herî dawî qala girîngiya têkoşîna li dijî hişmendiya qayiman kir û axftina xwe wiha qedand: “Em li dijî vê talanê bêdeng namînin, çi ji destê me were em ê bi gelê Wanê û saziyên civakî re bikin. Em li vir bangewazî dikin ku gelê me li dijî vê talanê bêdeng nemîne. Em parqa xwe, xwezaya xwe teslîmê wan nakin, em ê lê xwedî derkevin. Heta ku qayim vê biryarê betal bike em ê çalakiyên xwe yên demokratîk bidomînin.”

Bi awayekî qaçax xebatê dimeşînin

Cîgirê Hevşaredarên Rêya Armûşê Cuneyt Ergun derbarê vê biryara qayim de diyar kir ku qayim xwe dixe dewsa îradeya gel û ev yek gotin: “Qayim bêyî ku destûr bigirê li vê derê bi awayekî qaçax xebatek daye destpêkirin. Îradeya vî gelî, hilbijêr anku rêveberên vî bajarî nedîtî ve tê, wan esas nagire. Qanûn bin pê dike. Di vê xebatê çi bûyereke neyînî ku biqewime berpirsyarê wê qayim e. Em ê bi tu awayî rê nedin vê kolanan qaçax, em ê vê projeyê asteng bikin.

‘Divê fikrê milet bigirin’

Welatiyên Wanê jî bertek nîşanê vê biryara qayim dan û dan zanîn ku pêdiviya gelê Wanê bi park û qadên rûniştin û bêhnvedanê heye.

Welatiya bi navê Meryem Oztûnçê da zanîn ku ew hez dikin ev der bibe park û ev yek gotin: “Gere tu kes bi serê xwe biryar nede, fikrê milet jî bigrin ka milet dixwaze bibe park an lojman.”

‘Em tu carî qayim qebûl nakin’

Welatiyê bi navê Barzan Demîrhan jî diyar kir ku hewce nake lojmana leşkeriyê di nav bajêr de be û wiha got: “Em tu carî qayim qebûl nakin, îrada me ji me dizîn. Divê li bajê park hebin, cihê rûniştinê hebin, ji xwe her derê Wanê înşaat in.”

Welatiyê bi navê Sînan Yavûz jî bertek nîşanê vê biryara qayim da û ev yek anî ziman: “Divê ev der nebe lojman, bibe park ji bo milet, ji bo zarokan. Ev biryara qayim ne rast e, pêwist e ev der bibe parq.”

Welatiyê bi navê Serhat Acar jî diyar kir ku ew vê biryarê qebûl nakin û wiha axivî: “Pêwist e ev der bibe park, her roj nifûs zêde dibe lê cihekî mirov lê rûnê tuneye. Em naxwazin bibe cihê leşkeriyê.”

Etîket: Gelê WanêRêya Armûşêtalankirina xwezayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Qada Bajêr a Wanê 2 sal in di dorpêça bariyeran de ye!

Qada Bajêr a Wanê 2 sal in di dorpêça bariyeran de ye!

20 COTMEH 2026
Leşkerên Tirk li Behdînanê daran dibirin lê hikûmeta Başûr bêdeng e

Leşkerên Tirk li Behdînanê daran dibirin lê hikûmeta Başûr bêdeng e

1 COTMEH 2026
Şûşanis 30 sal in bi pirsgirêkan re rû bi rû ye!

Şûşanis 30 sal in bi pirsgirêkan re rû bi rû ye!

19 ÎLON 2026
Dayikên Wanî: Em bi şehîdên xwe serbilind in

Dayikên Wanî: Em bi şehîdên xwe serbilind in

25 TEBAX 2026
Şaredariya Rêya Armûşê ‘Bostana Bajêr a Jinan a Gundogduyê’ vekir

Şaredariya Rêya Armûşê ‘Bostana Bajêr a Jinan a Gundogduyê’ vekir

6 TÎRMEH 2026
Çemê Mûradê, xweza, çandinî û sewalkarî di xetereyê de ye

Çemê Mûradê, xweza, çandinî û sewalkarî di xetereyê de ye

10 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne