9 partî û tevgerên siyasî yên Rojava êrişên Îranê yên li ser Başûr û Rojhilatê Kurdistanê şermezar kirin û bang li hikûmeta Bexda, civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kirin ku tavilê destwerdanê li êrişan bikin û sivîlan biparêzin.
9 partî û tevgerên siyasî yên Rojava têkildarî êrişên Îranê yên li ser Başûr û kampên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş da.Di daxuyaniyê de hate gotin, êriş binpêkirina serdestiya Iraq û Başûrê Kurdistanê ye û sivîlan dike armanc.
Partî û tevgerên siyasî yên Rojava piştgiriya xwe bi gelê Başûr û koçberên li kampên Rojhilatê Kurdistanê anî ziman û bang li hikûmeta Bexdayê kir ku berpirsyariyên xwe yên parastina sînor û sivîlan bi cih bîne. Her wiha bang li civaka navneteweyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku tavilê destwerdanê bikin, êrişan rawestînin û parastina sivîlan mîsoger bikin.
Partî û tevgerên daxuyanî dane ev in:
Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Biratî ya Kurdistan
Partiya Komunîst a Kurdistanê
Partiya Nûjen a Kurdistanê
Partiya Têkoşîna Demokratîk
Partiya Yekitiya Ermenî
Partiya Lîberal a Kurdistan
Partiya Çep a Kurd li Sûriye
Partiya Muhafezkarên Kurdistanê.
Berbanga 17ê Tîrmeh 2026an hêzên Îranê êrişî Komeleya Zehmetkêşan Kurdistanê kiribû. Di encamê de 9 pêşmerge şehîd bûn.













