• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê   Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
    Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê   Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
    Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Germahî zêde dibe: Divê dest ji tevdîran neyê berdan

Navenda Nûçeyan/ AW

18 TÎRMEH 2026 - 09:46
Kategorî: MANŞET, TENDURISTÎ
A A
Hewayê germ bi xwe re taybetî ji bo nexweş, zarok, ducanî, yên nexweşiyên xwe yên demdirêj hene metirsiyan tîne. Kesên ku pirsgirêkên xwe yên tenduristî hene taybetî di van rojên germahî zêde dibin de divê dest ji tevdîran bernedin, xwe ji tava dijwar biparêzin, xwe hênik bigirin.

Di mehên Hezîran, Tebax û Tîrmehê de bakurê cîhanê her ku diçe germtir dibe û germahiya zêde ji bo mirov û hemû zindiyan metirsiyan bi xwe re tîne. Metirsiyên germahiya zêde bi tevdîrên rojane dikarin werin kêmkirin û ji holê rakirin.

Tevgera nava rojê

Tîrêjên tavê serê sibê û berêvarkî hêj lewaztir dikevin li ser rûyê erdê û ji bo derketina derve, werzîş û karûbarên rojane saetên herî guncav in. Di navbera setên 11:00-16:00an tîrêjên rojê rasterast dikevin erdê û ev saet ji bo derketina derve, nayên pêşniyarkirin. Lewre bi qasî ji dest tê divê di bin siyê de were meşandin, meşên dirêj divê bi navberdayînan were domandin. Karên giran divê ji serê sibê yan jî êvarê re werin hiştin. Herwiha kesên erebeyên wan hene dema di bin tavê de erebeyên xwe dihêlin, dema siwarbûnê de divê nava wesayîtê hewadar bikin. Di germahiya zêde de divê zarok û ajalên kedîkirî di malan û wesayîtan de bêhewa neyên hiştin.

Cil û berg

Di hewayên germ de divê têra xwe û cilên germahiya tavê kêm dikin, rengên vekirî û bi pembû werin hilbijartin. Herwiha ji bo çav û rû biparêze kumên ku siya xwe didin li ser rû û patikê divê werin bikaranîn û berçavkên çavan ji tavê diparêzin werin bikaranîn. Herwiha pêlavên hewayê digirin û nahêlin bêhn ji piyan bên divê werin pêkirin.

Xwarin û vexwarin

Rojên germ divê xwarinên giran, birûn û germ bêhtir, xwarinên sivik werin hilbijartin. Selete, mast, zebzeyên demsalî û fêkiyên avî (zebeş, petêx, şeftalî) werin hilbijartin. Li şûna xwarina zêde ya carekê divê di nava rojê de parçe parçe û kêm xwarin were xwarin. Hewayên germ bêguman pêdiviya avê jî zêde dike. Divê di nava rojê de bi navberên rêk û pêk gelek caran av were vexwarin. Heke xwêdan zêde be avên madenî û dew divê were vexwarin. Herwiha di hewayên germ de vexwarinên kafeîna wan zêde divê neyên vexwarin.

Ji bo xwe hênikkirinê

Di nava rojê de li gorî derfetan divê laş bi ava hênik were şuştin, serçav, patik û zand divê di bin ava sar bên şûştin. Hawayê germ taybetî li cihên girtî bandora xwe zêde dike. Lewre divê mal û kargehên lê tên xebitîn taybetî di saetên hewa hênik de divê derî û pace werin vekirin, dema hewa germ dibe jî divê werin girtin da ku germahiya hundir zede nebe. Heke di malê de klîma were xebitandin jî divê sermaya klîmayê zêde nebe, hevsengiyên li gorî hewayê derve û hundir were avakirin. Germahiya klîmayê 24-26 pile tê pêşnirkirin. Cîhazên bi ceyranê dixebitin pêwîst nebe divê fîşên wan werin kişandin da ku germahiya hundir zêde neke.

Rewşên awarte

Hin rewşên xeter hene ku divê baldariya van deman zêde be. Taybetî dema ser gêj dibe-dizîvire an jî dil dixele-xera dibe, serêşî, vereşandin, şawata zêde (40 °C û jorê wê), xweş lêdana dil û dema çerm germ dibe divê tevdîr werin girtin. Divê di van kêliyan de kes derbasî ciheke hêniktir bibe, cil divê werin kêmkirin û di rewşên xerabtir de alîkariya tendurîstî divê bê xwestin.

Etîket: germahîhênikbûntenduristîtevdîrzêde dibin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji şofêrên Amedê çareseriya germê!

Ji şofêrên Amedê çareseriya germê!

4 TÎRMEH 2026
Hevdîtinên Peyasê bi çalakiyên cihêreng didome

Hevdîtinên Peyasê bi çalakiyên cihêreng didome

26 HEZÎRAN 2026
Li Ewropayê pêl û bîlançoya germahiyê giran dibe

Li Ewropayê pêl û bîlançoya germahiyê giran dibe

25 HEZÎRAN 2026
Li Ewropayê germahiyên zêde

Li Ewropayê germahiyên zêde

24 HEZÎRAN 2026
Rewşa tenduristiya Nêrgiz Mihemedî krîtîk e

Rewşa tenduristiya Nêrgiz Mihemedî krîtîk e

5 GULAN 2026
Tenduristiya Nêrgiz Mihemedî her ku diçe xerabtir dibe

Tenduristiya Nêrgiz Mihemedî her ku diçe xerabtir dibe

3 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne