Damezrînerê alfabeya Kurdî ya latînî, zimannas û nivîskar Celadet Elî Bedirxan di 75emîn salvegera koça xwe ya dawî de tê bibîranîn. Celadet Elî Bedirxanê ku di 15ê Tîrmeha 1951an de li Şamê jiyana xwe ji dest dabû, bi xebatên xwe yên ku bingeha weşangerî û edebiyata kurdî ya nûjen ava dike, tê nasîn.
Mîr Celadet Elî Bedirxan di sala 1893an de li Stenbolê hate dinê. Ew neviyê Mîr Bedirxanê Cizîrî û kurê Emîn Elî Bedirxan e ku yek ji damezrînerên Cemiyeta Tealiya Kurd bû. Celadet Elî xwendina xwe ya seretayî û navîn li Stenbolê qedand. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, di artêşa Osmanî de li Eniya Qafkasyayê wekî efserekî wezîfe kir. Piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî, tevî hemû hewildanên wî yên ji bo yekbûna eşîrên kurd, encamek bi dest nexist. Di sala 1922yan de tevî birayê xwe Kamûran Bedirxan çû Almanyayê û li wir xwendina xwe ya hiqûqê berdewam kir û dîplomaya doktorayê wergirt. Di sala 1925an de destpêkê derbasî Qahîreyê bû û piştî demeke kurt derbasî Şamê bû ku wê demê di bin mandaya Fransayê de bû.
Celadet Elî Bedirxan, li Sûriyeyê li gel rewşenbîr û pêşengên Kurd ên mîna Haco Axa, Ekrem û Qedrî Cemîlpaşa, di damezrandina rêxistina Xoybûnê de roleke pir çalak lîst.
Kovara Hawarê: Cejna Zimanê Kurdî
Di salên 1930î de, Mîr Celadet Elî Bedirxan biryar da ku li ser xebatên zimanê Kurdî bixebite. Mîr Celadet Elî Bedirxan û nivîskar û rewşenbîrên Kurd di 15ê Gulana 1932yan de dest bi weşana Kovara Hawarê kirin. Ji ber vê yekê ev dîrok îro wekî ‘Cejna Zimanê Kurdî’ tê pîrozkirin.
Kovara Hawarê di dîroka Kurdî de rûpeleke nû vekir: Cara yekem li gel alfabeya bi tîpên erebî, Alfabeya Kurdî ya Latînî hate bikaranîn. 23 hejmarên pêşîn ên kovarê hem bi tîpên latînî hem jî bi yên erebî derketin. Lê belê ji hejmara 24an şûnde kovar bi temamî bi tîpên latînî hate weşandin. Alfabeya ku îro Kurd bikar tînin, cara yekem di Hawarê de bi pergalî hate bikaranîn. Di kovarê de bi piranî Kurmancî lê bi awayekî birêkûpêk Soranî û hinek jî Zazakî hatin weşandin. Berovajiyê weşangeriya Kurdî ya serdema Osmanî, di Hawarê de cih nedidan nivîsên Tirkî; lê rûpelên bi fransî hebûn û hinek nivîsên Kurdî bo Fransî dihatin wergerandin. Hawar tenê kovarek ne bû, di bin sîwana wê de nivîskar û ronakbîrên mezin ên mîna Kamuran Bedîrxan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Cegerxwîn û Qedrîcan gihîştin. Kovarê bi giştî 57 hejmar weşandin û di sala 1943yan de dawî li weşana xwe anî. Mîr Celadet Elî Bedirxan di sala 1942yan de li Şamê ligel Hawarê, kovareke bi wêne ya bi navê ‘Ronahî’ jî derxist. Ronahî ku destpêkê wekî berdewama Hawarê derdiket, piştî girtina Hawarê hinek din jî serbixwe weşana xwe domand.
Di salên xwe yên dawî de bi zextên sûrgûnê ve rû bi rû ma
Mîr Celadet Elî Bedirxan di salên xwe yên dawî de ku di nav tengasî, kêmasiyên aborî û zextên sirgunê de derbas kir, li gundê Hecanê yê nêzî Şamê bi cotkariyê re mijûl dibû. Di 15ê Tîrmeha 1951an de, dema bîreke avê hilweşiya, di bin de ma û jiyana xwe ji dest da. Gora rewşenbîrê mezin îro li Şamê ye.
Mîr Celadet Elî Bedirxan, girêdayîbûn û hesasiyeta xwe ya ji bo zimanê Kurdî bi vê gotina xwe nîşan dida: “Ziman, keleha herî xurt a hebûn û nasnameya me ye. Rizgarî û paşeroja Kurdan, bi xwedîderketina li zimanê wan ve girêdayî ye.”
Parêzvan û rewşenbîrekî doza Kurdî bû
Mîr Celadet Elî Bedirxan, li pey xwe mîraseke bêhempa û gelek berhemên nemir hiştin. Di serî de xebatên wî yên li ser bingeha ziman û rêziman hene ku bi berhemên wekî ‘Elîfba Kurdî, Rûpelên Elfabê û Rêzimana Elîfbaya Kurdî’ bingeheke xurt ji bo fêrbûna ziman ava kir. Her wiha, pirtûka wî ya navdar ‘Rêzimana Kurdî’ ya ku li gel Roger Lescot amade kiribû û xebata wî ya li ser ‘Ferhenga Kurdî’, bûn stûnên sereke yên hîmê zimanê Kurdî.
Mîr Celadet Elî Bedirxan ne tenê zimannas lê di heman demê de parêzvan û rewşenbîrekî doza Kurdî bû. Ev aliyê wî di berhemên mîna ‘Li ser Pirsgirêka Kurd (De La Question Kurde)’ ya bi Fransî û Tirkî, nameya dîrokî ya bi navê ‘Nameya ji bo Mustafa Kemal’ û berhema ‘Rûyê Hundirîn ê Ketina Edîrneyê (Edîrne Sukûtûnûn Îç Yûzû)’ ya ku tevî birayê xwe Kamuran Bedîrxan nivîsîbû, bi zelalî tê dîtin. Di warê wêje, şano û çandê de jî, wî bi helbestên xwe yên di ‘Kovara Hawarê’ de ku paşê di bin navê ‘Were Dotmam’ de hatin berhevkirin, bi şanoya xwe ya bi navê ‘Hevind’, bi berhema ‘Dîbaca Nimêjên Êzdiyan’ û bi nivîsên xwe yên kesane yên di ‘Notên Rojane’ de, dewlemendiyeke mezin pêşkêşî çanda Kurdî kir.
Di salvegera 75an a koça Celadet Elî Bedirxan ya dawî de, pêşengê mezin ê ziman û doza Kurdan, Mîr Celadet Elî Bedirxan bi kûrahî, rêzdarî û hezkirin tê bibîranîn. Ew rêya dûr û dirêj a ku wî bi keda xwe ronî kiriye, îro jî ronahiya gelê Kurd e.



















