• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin

    Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin

    Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

    Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

    Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

    Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

    KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

    Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

    ROJEVA 25ê TEBAXA 2026an

    ROJEV 30ê TEBAXA 2026

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin

    Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin

    Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

    Şehîdên têkoşîna azadiyê li 5 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn

    Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

    Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

    KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

    Zeynel Kete: Divê Elewî piştgirî bidin pêvajoya demokratîkkirina komarê

    ROJEVA 25ê TEBAXA 2026an

    ROJEV 30ê TEBAXA 2026

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji ber Zindana Amedê gazî kirin: Divê ev der bibe Muzeya Bîra Mirovahiyê

Amed / AW

14 TÎRMEH 2026 - 12:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi boneya salvegera Rojiya Mirinê ya 14ê Tîrmehê li ber Zindana Amedê daxuyaniyek hate dayîn. Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz diyar kir ku Wezareta Çandê dixwaze di bin navê “Muzeya Bîranînê Ya Çand û Hunerê” de şopa îşkenceyan û rastiya dîrokî ya li Zindana Amedê veşêre û got: “Divê Wezareta Çandê daxwaza civakê li ber çavan bigire û vê derê veguherîne ‘Muzeya Bîra Mirovahiyê’.”

Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) ya Amedê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê û Hewldana 78an di salvegera Rojiya Mirinê ya 14ê Tîrmehê ya li Zindana Amedê de li ber deriyê zindanê daxuyanî dan. Şahidên berxwedanê, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û nûnerên partiyên siyasî di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindana” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.

‘Gelê Kurd tu carî li ber înkarê serî netewandiye’

Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser dîroka berxwedana gelê Kurd û destnîşan kir ku hemû serhildan û raperînên Kurdan ji Şêx Seîd, Seyîd Riza heta Elîşer û Zerîfe Xanimê li dijî neheqî, înkar û qirkirinê pêk hatine. Ramazan Dengîz wiha got: “Berxwedana Zindana Amedê dema ku êrişên li hemberî çand, ziman û nasnameya gelê Kurd dest pê kirin, bi pêşengiya Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Akîf û Eliyan bersiveke dîrokî hate dayîn. Gotinên wan ên wekî ‘Berxwedan Jiyan e’ û ‘Dema mirim li ser gora min binivîsin ji gelê xwe re deyndar e’ rengê xwe da 50 salên dawî yên têkoşîna azadiyê.”

‘Peyama aştiyê ya birêz Ocalan manîfestoya jiyana hevpar e’

Ramazan Dengîz di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev têkoşîn rê li ber banga aştiyê vekiriye û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de peyameke dîrokî pêşkêş kiriye û got: “Ev peyama ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ manîfestoya jiyana hevpar û wekhev e. Birêz Ocalan bi vê bangê rê li ber pêvajoyeke aştiyane vekir ku tê de PKKê dawî li şerê çekdarî anî û çekên xwe şewitandin. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku bi lezgînî bersivê bidin vê bangê da ku hemû gelên li Tirkiyeyê bikaribin bi nasname û çanda xwe bi hev re bijîn.”

‘Em avakirina muzeyeke li gorî hişmendiya dewletê qebûl nakin’

Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz herî dawî bal kişand ser hewldanên Wezareta Çandê yên li ser Zindana Amedê û diyar kir ku dixwazin di bin navê “Muzeya Bîranînê Ya Çand û Hunerê” de şopa îşkenceyan û rastiya dîrokî veşêrin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêyî ku nêrîna gel û kesên ku ew hovîtî dîtine û jiyane were girtin, avakirina muzeyeke li gorî hişmendiya dewletê dê ji aliyê me ve tu carî neyê qebûlkirin. Divê Wezareta Çandê daxwaza civakê li ber çavan bigire û vê derê veguherîne ‘Muzeya Bîra Mirovahiyê’. Em di salvegera 14ê Tîrmehê de, di kesayetiya lehengên Rojiya Mirinê ya Mezin de hemû cangoriyên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan û bi avêtina qerenfîlên nav zindanê bi dawî bû.

Etîket: 14ê TîrmehêMEBYA-DERa AmedêMuzeya Bîra MirovahiyêRamazan DengîzRojiya Mirinê ya 14ê TîrmehêTUAY-DERZindana Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

‘Xwedîderketina şehîdan xwedîderketina pêvajoyê ye’

27 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Şîna Mahmut Akgul: Şehîdên salên 90î bû hişyarbûna gelê Kurd

26 TEBAX 2026
Ramazan Dengîz: Divê teqez tespîta gor û cenazeyan bê kirin

Ramazan Dengîz: Divê teqez tespîta gor û cenazeyan bê kirin

25 TEBAX 2026
Bîranîn û şîna cangoriyan bi serdanên girseyî didome

Bîranîn û şîna cangoriyan bi serdanên girseyî didome

22 TEBAX 2026
Li Êlihê civîna gel: Çareserî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye

Li Êlihê civîna gel: Çareserî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye

16 TEBAX 2026
Emîne Kaya: Heta hişmendî neguhere, guhertina zagonan têrê nake

Emîne Kaya: Heta hişmendî neguhere, guhertina zagonan têrê nake

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûnê çarçewa: Pêşnîyazê Abdullah Ocalanî do pêşkêşî partîyan bêro kerdene

    Ocalan bersiv da îdiayên derheqê xwe de: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Şiyar Jîrkî li Elkê şîn hate danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şîna ji bo cangoriyan li Wanê dest pê kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Veysî Aktaş: Pêvajo bi saya şehîdan hat vê astê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê nexweş Saîd Yildirim krîza dil derbas kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Cizîrê gel diherike şîna şehîdên Tevgera Azadiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne