Êlih – Di 11ê Tîrmeha 2025an de komeke gerîlayan li Silêmaniyê çekên xwe şewitandin. Adîl Kiliç ku kurê wî Ethem Kiliç jî di nava wê koma gerîlayan de cih digirt destnîşan kir ku armanca gerîlayan ew bû ku bi dewletê gavên qanûnî bidin avêtin û anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurd ji darvekirinê anîn ser maseya muzakereyê.
Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku di 27ê Sibata 2025an de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin sal û nîv li pey xwe hiştiye. Piştî ev bang hate kirin PKKê di 1ê Adara 2025an de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan agirbest îlan kiriye. Piştî wî di 5-7ê Gulana 2025an de PKKê Kongreya xwe ya 12yemîn li dar xist û pişt re di 12yê Gulanê de biryara xwefesihkirinê girtin. Dû re jî di 9ê Tîrmeha 2025an de, piştî 26 salan dîmenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di televîzyonê de hate weşandin. Pişt re jî Tevgera Azadiya Kurd di 11ê Tîrmehê de bi merasîmekî li şikefta Casenayê ya girêdayî bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe bi 30 endamên xwe ve çekên xwe şewitandin. Ji gelek aliyên Kurdistanê, Tirkiye û gelek deverên cuda, siyasetmedar, rojnameger, akademîsyen, Dayîkên Aştiyê û gelek kes tev li merasîmê bûn. Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd di 26ê Cotmeha 2025an de jî gelek hêzên xwe yên ku li Bakur û Tirkiyeyê diman vekişandin. Tevî ku Tevgera Azadiya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek gav avêtin jî ji xeynî avakirina Komîsyona Meclisê dewletê tu gavên şênber neavêtin.
Bavê gerîla Ethem Kiliç (Serdar Bawer), Adîl Kiliç ku kurê wî jî di nava koma gerîla ya merasîma şewitandina çekan de cih girtibû derbarê salvegera şewitandina çekan de ji ajansa me re axivî.
Adîl Kiliç şewitandina çekan a Tevgera Azadiyê ya Kurd bi bîr xist û wiha got: “Nîv sedsaleke ev rêxistin hatiye avakirin û di koka xwe de tu carî poşmantiyê jî qebûl nekiriye. Tevî ku çek hatine şewitandin jî dîsa jî zimanê wan ê tûj ê li dijî Kurdan û Tevgera Kurd hê jî nehatiye guhertin. Her wiha gotin ew ê hin qanûn bên guhertin, ji me re hêviyeke mezin çêbû lê mixabin ew jî tune ye. Mixabin bi salan e ku bi hezaran aqûbeta zarokên vî gelî hê nediyar e. Em dixwazin ku aştiyeke mayînde û bi rûmet bê vî welatî û hemû gelên Rojahilata Navîn bigire bin sîwana xwe. Em hemû jî li dijî tundiyê ne, lê Kurd ne bi tundiyê û ne jî bi kuştinê diqedin. Bi kuştinê jî dê çareserî pêk neyê. Serokatî û vê rêxistinê Kurd ji textê darvekirinê anîn ser maseya muzakereyê. Ev ne tişteke hindik û biçûk e. Ger ku hatibe heta roja me bi keda gelek kesên bedel dayî ye.”
‘Em dixwazin weke hemû gelên cîhanê bijîn’

Adîl Kiliç anî ziman ku ew jî dixwazin weke hemû gelên cihênê bi nasnameya xwe bijîn û bi lêv kir ku komara Tirk hê jî civaka Kurd înkar dike û wiha domand: “Berê paradîgmaya wan çi bû îro çi ye, divê em li vê binêrin. Êdî li gelek deverên cîhanê hin dewlet bi hev re dimeşin. Gelê Kurd û Tirk bi hezar salan e ku bi hev re jiyan e. Beriya Komara Tirk bê avakirin, me û Tirkan vî welatî ji bin dagirkeriyê rizgar kiriye. Tevî vê yekê jî Komar xwe li ser înkara me avakir û hê jî me înkar dike. Em tiştekî mezin naxwazin em bi tenê hebûna xwe dixwazin. Em dixwazin weke hemû gelên cîhanê bijîn û em bizanibin ku em jî Kurd in. Di Kurdistanê de ew qas serhildanên ku hatine kirin, hemû jî ji ber ku em nehatin naskirin. Hemû jî ji bo hebûna me bûye. Ji bo ku van tiştan careke dinê pêk neyên, çek hatin şewitandin.”
‘Divê qanûn bi birêz Ocalan re bên çêkirin’
Adîl Kiliç destnîşan kir ku divê desthilat têkildarî pêvajoya heyî demildest qanûnan çêbike û wiha got: “Divê Serokê vî gelê esas bigirin, pê re muzakereyan bikin. Ne ku bi awayekî yek alî be, divê du alî be. Mirov nikare di hewzeke vala soberiyan bike, divê ew hewz tije be. Îro bi milyonan kes wî ji xwe re weke Serok dibînin û weke muxatab derdixin pêş. Muxatabê vê dozê jî bi tenê ew e. Divê qanûn ne bi yek alî bêne çêkirin, divê bi birêz Ocalan re bên çêkirin.”
‘Tevgera Azadiya Kurd tişta ku ketiye ser milê wê kiriye’
Di berdewama axaftina axaftina xwe de Adîl Kiliç destnîşan kir ku dema ku pêvajo hatiye destpêkirin û çek hatine şawitandin, bendewariyên civakê gelek çêbûn û ev yek got: “Di destpêka pêvajoyê de, dema ku serokatî bang li hevalan kir û got, bila PKK bê çekên xwe bişewitîne, rêxistinê kongre li dar xist, xwe fesix kir û çekên xwe şewitandin. Dû re gelek gavên din avêtin û hêza xwe ya li vir jî vekişandin. Ji bo ku ev pêvajo li pêş bikeve Tevgera Azadiya Kurd tişta ku katiye ser milê wê kiriye. Lê mixabin ev saleke ji aliyê dewletê ve tiştek xuya nake. Bi tenê komîsyonek ava kirin û çend heb parlamenter gihiştin hev û diçin û tên. Û bi vê yekê re hevdîtin bi Serokatî re jî tên kirin, lê dîsa jî dewlet weke xwe dike. Tiştekî zelal tune ye, her diçe hêviya civakê dişkê. Dema ku pêvajo hate destpêkirin û çek hatin şewitandin bendewariyên civakê gelek bûn.”
‘Kes şer naxwaze, her kes aştiyê dixwaze’
Di dawiya axaftina xwe de Adîl Kiliç bi lêv kir ku divê dewlet aştiyê bi tenê bi yek aliyê nede meşandin û wiha axivî: “Ne tenê gelê Kurd bendewariya gelên din jî gelek e. Kes şer naxwaze, her kes aştiyê dixwaze. Li welatekî ku aştî, aramî û wekhevî lê hebe, dê li wir nan, av, aktîvîteyên civakî û jiyaneke gelek xweş jî lê hebe. Welatê ku şer lê hebe, li wir kuştin, talan, zindan û birçîbûn jî heye. Aştî bi yek alî pêk nayê û qanûn çênabin. Divê ev pergal derbarê pêvajoyê de baweriyekê bide vê civakê. Dibe ku ev pêvajo xerab bibe gelo civak çiqas jê re amade ye? Ji bo ku aştî pêk bê divê qada siyasî jî xwe xurt û berfireh bike û agahiyên zelal bi civakê re parve bike. Em dixwazin aştiyeke mayînde û bi rûmet bê vî welatî. Pêdiviya vê civakê pir bi aştî û bi aramiyê heye. Em dixwazin weke gelên hemû cîhanê bibin xwedî nasname, çand, ziman û bibin xwedî hemû mafên xwe yên bingehîn.”













