Li Silopya di pevçûna di navbera du koman de çêbûyî de 3 jê polîs 6 kes birîndar bûn û 11 kes hatin binçavkirin.
Li ser Rêya Hevşirmê ya navçeya Silopya ya Şirnexê di navbera du koman de şer derket û di bûyerê de 3 jê polîs 6 kes birîndar bûn. Hate hînbûn ku pevçûna derketî ji ber deyndariya di navbera her du koman de derketiye.
Piştî pevçûn ji aliyê polîs û welatiyên derdorê hat rawestandin kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopya. Ji aliyê din ve derbarê bûyerê de 11 kes hatin binçavkirin û kesên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Silopya tên ragirtin.














