• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
09 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji OHDa Stenbolê rapora 6 mehan: Divê dewlet pratîkên tecrîdê bi dawî bike

    Ji OHDa Stenbolê rapora 6 mehan: Divê dewlet pratîkên tecrîdê bi dawî bike

    MKGê Nesrîn Teke bi bîr anî: Bû meşale û rêya me ronî kir

    MKGê Nesrîn Teke bi bîr anî: Bû meşale û rêya me ronî kir

    Nameya fîlozofê Amerîkî ji Abdullah Ocalan re: Divê em enternasyonalîzmê jinûve ava bikin

    Nameya fîlozofê Amerîkî ji Abdullah Ocalan re: Divê em enternasyonalîzmê jinûve ava bikin

    Kuştina welatparêz Mûsa Tan li benda ronîkirinê ye

    Kuştina welatparêz Mûsa Tan li benda ronîkirinê ye

    Li Êlihê di depoyek marketan de şewat derket

    Li Êlihê di depoyek marketan de şewat derket

    Malbata gerîlaya ku çeka xwe şewitand: Divê êdî dewlet gavan biavêje

    Malbata gerîlaya ku çeka xwe şewitand: Divê êdî dewlet gavan biavêje

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji OHDa Stenbolê rapora 6 mehan: Divê dewlet pratîkên tecrîdê bi dawî bike

    Ji OHDa Stenbolê rapora 6 mehan: Divê dewlet pratîkên tecrîdê bi dawî bike

    MKGê Nesrîn Teke bi bîr anî: Bû meşale û rêya me ronî kir

    MKGê Nesrîn Teke bi bîr anî: Bû meşale û rêya me ronî kir

    Nameya fîlozofê Amerîkî ji Abdullah Ocalan re: Divê em enternasyonalîzmê jinûve ava bikin

    Nameya fîlozofê Amerîkî ji Abdullah Ocalan re: Divê em enternasyonalîzmê jinûve ava bikin

    Kuştina welatparêz Mûsa Tan li benda ronîkirinê ye

    Kuştina welatparêz Mûsa Tan li benda ronîkirinê ye

    Li Êlihê di depoyek marketan de şewat derket

    Li Êlihê di depoyek marketan de şewat derket

    Malbata gerîlaya ku çeka xwe şewitand: Divê êdî dewlet gavan biavêje

    Malbata gerîlaya ku çeka xwe şewitand: Divê êdî dewlet gavan biavêje

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji OHDa Stenbolê rapora 6 mehan: Divê dewlet pratîkên tecrîdê bi dawî bike

Stenbol / AW

9 TÎRMEH 2026 - 14:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komîsyona Girtîgehan OHDa Stenbolê rapora binpêkirina mafên girtiyan a 6 mehên sala 2026an eşkere kir. Di raporê de hate gotin ku tevî pêvajoya aştiyê jî pêkanînên xirab ên li ser girtîgehan ku derhiqûqî ne berdewam dikin û di raporê de wiha hate gotin: “Divê dewlet berpirsiyarî û erkên ku destûr û qanûn li ser milê wê daniye cîh bîne û hemû binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan, bi taybetî pratîkên tecrîdê, bi dawî bike. Divê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi taybetî rejîma girtîgehan eleqedar bike.”

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê rapora binpêkirina mafên girtiyan a 6 mehên 2026an eşkere kir. Rapor di encama serdanên OHDê li girtîgehên Herêma Marmarayê hatiye berhevkirin û bi raya giştî re hate parvekirin.

Girtîgehên ku heyetên OHDê serdanê kirin û rapor derbarê wan de hatine amadekirin, ev in: Girtîghên Edirne Tîpa F û L, Girtîgeha Çorlu, Girtîgeha Tekîrdagê Hejmara 1emîn Tîpa F, Girtîgeha Tekîrdagê Hejmara 2yemîn Tîpa F, Girtîgeha Marmarayê Hejmara 5emîn a Tîpa L, Girtîgeha Marmarayê, Girtîgeha Bakirkoyê, Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R, Girtîgeha Maltepeyê ya Tîpa L, Girtîgeha Maltepeyê Hejmara 3yemîn a Tîpa L, Girtîgeha Umraniye ya Tîpa T, Girtîgeha Gebzeyê, Girtîgeha Kocaeliye Hejmar 1emîn, Girtîgeha Kocaeliye Hejmar 2yemîn Tîpa F, Girtîgeha Duzceyê ya Tîpa T, Girtîgeha Sakarya Hejmar 2yemîn Tîpa L û Girtîgeha Bolûyê Tîpa Fyê.

OHDê ji bo eşkerekirina raporê li avahiya xwe ya li Navçeya Beyoglûya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveber û endamên OHDê tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hate daliqandin.

Kurteya raporê ji aliyê endama Komîsyona Girtîgehan a OHDê Zozan Vargun ve hate xwendin.

‘Pêvajo bi taybetî girtîgehan eleqedar dike’

Zozan Vargun diyar kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoyek nû dest pê kiriye û wiha got: “Şerê ku bi salan qewimî di heman demê de birînên kûr di nava civakê de çêkiriye. Di vê pêvajoya dîrokî de, yek ji qadên ku van binpêkirinan bi awayekî herî eşkere û giran lê diqewimin, pergala girtîgehan e. Girtîgeh di hiqûqa cezayê ya modern de ne tenê mekanîzmayeke cezayê ne. Ji ber vê yekê, rejîma girtîgehan ne tenê di çarçoveya hiqûqa înfazê de, di heman demê de di warê hiqûqa destûrî, hiqûqa mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî de jî hewcedariya nirxandineke piralî derdixe holê. Tevî ku di civakê de hêvî û piştgirî ji bo aştî û çareseriya demokratîk çêbûye jî, lê ji aliyê dewletê û desthilatê ve planeke reformê ya tevahî, sîstematîk û normatîf ya derbarê pêvajoyê nehatiye danîn. Ev rewş di navbera hêviyên normatîf û hilberandina polîtîkayên rastîn de nehevkêşiyeke eşkere derdixe holê. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê rejîma girtîgehan bi taybetî eleqedar bike. Ji ber ku girtîgeh ne tenê saziyên girtî ne ku tê de kes ji azadiya xwe tên mehrûmkirin, di heman demê de qadên ku berpirsiyariyên erênî yên dewletê, standarda rêzgirtina mafên mirovan û sînorên dewleta hiqûqî ya demokratîk e.”

‘Divê dewlet pêşî li îşkenceyê bigire’

Zozan Vargun destnîşan kir ku çavdêrî û nirxandinên ku li gelek girtîgehan, bi taybetî li girtîgehên Herêma Marmarayê hatine kirin, dijwarî û domandina pratîkên tecrîdê yên li dijî girtiyan eşkere dike û ev yek anî ziman: “Ev rewşa tecrîdê ne tenê bi tengkirina cihê fîzîkî sînordar dimîne, di heman demê de dibe sedema ku qadên civakî, derûnî û ragihandinê jî bi awayekî sîstematîk werin sînordarkirin. Li gorî peymanên navneteweyî yên mafên mirovan ku dewlet terefê wan e, berpirsiyariya pêşîlêgirtina îşkenceyê berpirsiyariyek mutleq e. Ev berpirsiyarî ne tenê pêşîlêgirtina binpêkirinê digire, di heman demê de meşandina lêpirsîneke bi bandor û sepandina ceza û tedbîrên guncav jî di nav xwe de digire. Spor, çalakiyên çandî, bernameyên perwerdehiyê û qadên têkiliya civakî ji beşên bingehîn ên pergala înfaza cezayê ya modern in. Lê di pratîkê de, bi taybetî li girtîgehên ewlehiya bilind, tê dîtin ku ev çalakî bi awayekî giran hatine sînordarkirin an jî bêbandor hatine hiştin. Girtîgehên nû yên Tîpa S û Tîpa Y, hem ji aliyê avahiyê û hem jî ji aliyê rejîma infazê ve, li ser bingeha ewlehiya bilind û îzolasyonê hatine avakirin. Di van saziyan de, ku girtî bi piranî di hucreyên yekkesî de tên girtin, têkiliya civakî ya girtiyan di asta herî kêm de ye û bikaranîna qadên hevpar jî bi awayekî pir sînordar tê kirin. Ev rewş armanca rehabilîtasyonê ya hiqûqa înfazê dixe nav nîqaşan.”

‘Divê pratîkên cihêkariyê werin bidawîkirin’

Zozan Vargun di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku cihêkariya sîstematîk a li dijî girtiyên siyasî bi Pakêtên Darazê yên 10emîn û 11emîn hatiye domandin û di dawiyê de ev yek anî ziman: “Divê ev cihêkarî bi Pakêta Darazê 12emîn neyê berdewamkirin û cihêkirinê di rejîma infazê de bi lez were bidawîkirin. Hewcedarî pê heye ku rêzikname û guhartinên derbarê rejîma înfazê de ji bo hemû girtiyan li gorî prensîba wekheviyê werin pêkanîn. Pergala dadweriya cezayê divê li hemberî hemû beşên civakê û hemû kesî dadperwer be. Girtîgeh nikarin bibin cihên ku dadwerî tê de tê rawestandin. Di encamê de, ji bo vekirina rêya çareseriya aştiyane li Tirkiyeyê, ji bo ku hemû beşên civakê li ser bingeha hemwelatiya wekhev bi hev re bijîn û ji bo avakirina dîsa ya serweriya hiqûqê, divê di hemû saziyên dewletê de, bi taybetî di girtîgehan de, pêvajoyeke reformê ya ku rêzê li mafên mirovan digire dest pê bike. Divê pratîkên cihêkar û kêfî yên ku di girtîgehan de tên sepandin bi lez werin bidawîkirin. Divê dewlet berpirsiyarî û erkên ku destûr û qanûn li ser milê wê danîne bi cîh bîne û hemû binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan, bi taybetî pratîkên tecrîdê, bi dawî bike.”

Etîket: binpêkirina mafên girtiyangirtîgehgirtîgehên Herêma MarmarayêKomîsyona Girtîgehan OHDa StenbolêOHDa Stenbolê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

9 HEZÎRAN 2026
Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

3 HEZÎRAN 2026
Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

25 GULAN 2026
Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

20 GULAN 2026

‘Li girtîgehên Anatolyaya Navîn zext zêde dibin’

18 GULAN 2026
Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

16 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji Newroza Amedê hin wêneyên bi heybet

    Nêçîrvan Barzanî peyam şand Newroza Amedê: Çarenûsa Kurd û Tirkan yek e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê dema qîwar e: Gelek fêydeyên wê ji tenduristiyê re hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ceribandineke nû ya ‘quartedê’: ‘Kelîyên Veşartî’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hekîm Sefkan bi helbesta ‘Ev Birîn Kevne’ balê kişand ser Rojava

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerê ku Che Guevara teşxîs kiribû wefat kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdên Anatoliya Navîn ziman û çanda xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclisa Malbatên şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 21 sal in ‘Rêwîtiya Rojê’ ya Amarayê didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Biryarên Komxebata Sînemaya Kurdî hat eşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (228)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne