Li Stenbolê 43 kesên ku di operasyonên NATOyê de hatibûn binçavkirin îro hatin derxistin dadgehê. Seroka şaxa ÇHDa Stenbolê Ezgî Onalan jî di nav de 25 kes hate girtin.
Lûtkeya NATOyê di 7 û 8ê Tîrmehê de li Enqereyê hate lidarxistin. Li dijî NATOyê gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyan de û bi hinceta “dikare çalakî bike” sedan kes hate binçavkirin û girtin.
Di 5ê Tîrmehê de di serdegirtina malan de Seroka şaxa Komeleya Hiqûqnasên a Hemdemî (ÇHD) ya Stenbolê Ezgî Onalan jî di nav de 16 kes hatibûn binçavkirin. Di 6 û 7 Tîrmehê de li Stenbolê di çalakiyan de gelek kes hatibûn binçavkirin.
Îro 43 kes sewqî Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê hatin kirin. Ji 43 kesan 10 kesên ku rojnameger Bûse Sogutlu û Ceren Erdogdû ji di nav de bi biryara kontrola edlî hatin berdan.
Ji 33 kesên ku Seroka şaxa Komeleya Hiqûqnasên a Hemdemî (ÇHD) ya Stenbolê Ezgî Onalan û endamê ÇHDê Yûnûs Emre Işik ji di nav de 25 kes hatin girtin. Her wiha 8 kes jî bi biryara kontrola edlî hatin berdan.















