• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Civînên gel: Em dixwazin Rêberê me were berdan

7 TÎRMEH 2026 - 16:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Semsûr- Bernameya DBPê ya ‘Em gotina aşitiyê bi gel re ava dikin’ li Semsûrê dihatin birêvebirin, îro li gundê Çokpîngarê yê li navenda bajêr bi dawî bûn. Di civînê de hat gotin ku Kurd pêşengên demokratiyê ne û hat diyarkirin ku deriyê aştiyê tê wateya vekirina deriyê Îmraliyê ye.

Civînên gel ên DBPê ku bi dirûşma ‘Em gotin aştiyê bi gelan re ava dikin’ li Semsûrê roja dawî de li gundê Çokpîngarê hat lidarxistin. Civîna ku Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û şandeya pê re tevlî bûn, rastî eleqeyeke mezin hat.

Civîna gel a li gundê Çokpîngarê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de welatiyan bê navber dirûşmeyê ‘Şehîd Namirin’ berz kirin.

‘Kurd pêşengên demokrasiyê ne’

Piştî rêzgirtinê Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar li ser pêvajoyê nirxandin kir û diyar kir ku armanca yekane ya têkoşînê ew e ku li vî welatî her kokên etnîkî û bawerî bi awayekî wekhev bijîn û wiha axivî: “Ev welat ji aliyê civakî ve tu carî nebû dewlet-netewe û wê nebe jî. Ji ber van polîtîkayên yekperest her kesî welat biterikand, hatin girtin. Lê di vê sedsalê de Kurd bi têkoşîna xwe birûmet derketin û îro dixwazin vê encam bigirin. Dewlet bi israr bêje ‘Tirkiyeya bêteror’, lê di çavê civakê de ev pêvajo Pêvajoya Civaka Demokratîk e. Her gava ku tevgera Kurd avêt, ji bo dewlet gavên bi cesaret biavêje bû. Hemû hêzên hegemonîk naxwazin Kurd li Rojhilata Navîn bihêz bin. Lê bila vê zanibin ku Kurd êdî pir bihêztir in û pêşengên demokrasiyê ne.”

‘Deriyê aştiyê vekirina deriye Îmraliyê ye’

ÇÎgdem Kiliçgun Uçar bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Kurd niha pêşengiya demokrasiyê dikin û ji vê dewletê re dibêjin demokratîk bibe. Êdî Rojhilata Navîn a bê Kurd ne gengaz e. Birêz Ocalan, hevalên me yên ku îro ne di nav me de ne û gelê me îdeala demokratîk a vê welatî gihandin vê sedsalê. Kurd dema ku têkoşiyan çawa bi werekî nêz bûn, di dema avakirina aşitiyê de jî wê bi heman wêrekbûyînê nêz bibin. Muzakereyeke wisa dîrokî ne tenê meseleyeke di navbera Kurdan û AKPê de ye. Ev muzakereya ku paşeroja ciwan, jin û her kesî lê tê axaftin û gotin e. Deriyê aşitiyê tê wateya vekirina deriyê Îmraliyê, deriyê aşitiyê tê wateya vegera her kesên ku neçar mane biçin sirgûnê.”

‘Em aştiyê dixwazin’

Piştî axaftina Çîgdem Kiliçgun Uçar, welatiyên ku beşdarî bernameyê bûn li ser pêvajoyê axivîn. Dayikeke ya ku du zarokên xwe di têkoşînê de winda kirine, wiha got: “Em êdî naxwazin xwîna tu kesî birêje, em aşitiyê dixwazin.”

Dayikeke din a tevlî civînê bû destnîşan kir ku ew naxwazin êdî xwîn birêje û ev tişt vegot: “Em dixwazin Rêberê me were berdan. Em dixwazin aşitî were.”

Dayikeke din jî diyar kir ku ew dixwazin gorên zarokên wan ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hebin û ev tişt anî ziman: “Em gorên zarokên xwe dixwazin. Ji bo vê yekê jî em aşitiyê ji her tiştî bêtir dixwazin û hêvî dikin ku aştî zûtirîn bê.”

Welatiyekî din jî bal kişand ser têkoşîna Şehîd Mazlum Dogan û wiha got: “Me serê xwe di vê rêyê de daniye. Me soz daye Mazlum Dogan, ji ber ku Mazlum Dogan hevalê Ocalan e.”

Civîn bi tilîlî û çepikan bidawî bû.

Etîket: Em gotina aştiyê bi gel re ava dikinSemsûr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bîranîna şehîdan a li Semsûrê bi serdanan didome

Bîranîna şehîdan a li Semsûrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Ev ne şîn bû, peyama serkeftinê bû

Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dê li Semsûrê bên bibîranîn

7 ÎLON 2026
Li Semsûrê şewat: Şêniyan banga alîkariya lezgîn kir

Şewata li Semsûrê hate tefandin

29 TÎRMEH 2026
Li Semsûrê şewat: Şêniyan banga alîkariya lezgîn kir

Li Semsûrê şewat: Şêniyan banga alîkariya lezgîn kir

28 TÎRMEH 2026
Bi deh hezaran tevli konsera Rojdayê bûn

Bi deh hezaran tevli konsera Rojdayê bûn

26 TÎRMEH 2026
Saziyên sivîl ên Semsûrê: Em ê piştgiriya tam bidin pêvajoyê

Saziyên sivîl ên Semsûrê: Em ê piştgiriya tam bidin pêvajoyê

6 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne