Stenbol – Îspanya Portekîzê û Belçîka jî DYAyê têk birin û derketin fînala çarîkê.
Kûpaya Cîhanê ya 2026 FIFA di navbera 11ê Hezîranê û 19ê Tîrmeha 2026an de li Kanada, Meksîka û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tê lidarxistin. Ev tûrnûvaya dîrokî bi 48 tîman û bi giştî 104 maçan, yekem Kûpaya Cîhanê ye ku ji aliyê 3 welatan ve mazûvaniya wê tê kirin.
Duh di maça Tûra 16emîn, saet 22.00an de Portekîz û Îspanya hatin hemberî hev. Her du tîm jî wekî favoriyên tûrnûvayê tên dîtin, maç bi 1-0 serkeftina Îspanyayê bi dawî bû. Golê Îspanyayê di deqîqeya 90+1emîn de Mikel Merino avêt.
Yek di maça Tûra 16emîn de DYA û Belçîka hatin hemberî hev. Maç di saet 03.00an de dest pê kir. Belçîka bi listîkek serkeftî 4-1 DYAyê têk bir. Bi vê biryarê yek din jî mazûwaniya tûrnûvayê hat jibartin.
Tûrnûva îro bi du maçên Tûra 16emîn dê berdewam bike. Di saet 19.00an de Arjantîn û Misir dê werin hemberî hev. Arjantîn jî wekî favoriyê tûrnûvayê tê dîtin û listîkvan Lieonel Messi bi 7 golan herî zêde goalvanê tûrnûvayê ye.
Di saet 23.00an de jî Swîsre û Kolombiya werin beramberî hev.














