• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kongreya Azadiya Îranê: Rejîm bi rêya tirs, kuştin û dîplomasiya tarî dixwaze temenê xwe dirêj bike

Navenda Nûçeyan / AW

6 TÎRMEH 2026 - 17:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kongreya Azadiya Îranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku binpêkirinên sîstematîk, parçeyek ji polîtîkaya Komara Îslamî ne ku ji bo tundkirina atmosfera tirs û xofê û ferzkirina desthilatdariya xwe bi rêya tundûtûjiyê li Kurdistan û seranserî Îranê bikar tîne.

Kongreya Azadiya Îranê, derbarê pêla nû ya êrişên leşkerî yên li ser partiyên Kurdistanî û zêdebûna zext û zordariya li navxweyî ya welat de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Daxuyanî wiha ye: “Em êrişên li ser partiyên Kurdî û kiryarên bêdengkirinê yên li Îranê şermezar dikin!

Komara Îslamî wekî kevneşopî û xeta xwe ya dîrokî, di heman demê de ku li gel hêzên derve danûstandinan dike û peymanan îmze dike, li navxweyî ya welat jî kiryarên bêdengkirinê, bidarvekirin, kuştin û komkujiyan zêdetir dike.

Li Kurdistanê, careke din dibin sîbera pêleke berfireh a bêdengkirin û kuştinê de, êrişên muşekî û dironî yên Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ên ser kamp û baregehên partiyên Kurdistanî (ji wan jî Partiya Azadiyê û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê) berdewam dikin. Ev êriş di demekê de ne ku nêzî 39 rojin agirbest hatiye ragihandin û peyman hatine îmzekirin. Ev binpêkirinên sîstematîk, parçeyek ji polîtîkaya Komara Îslamî ne ku ji bo tundkirina atmosfera tirs û xofê û ferzkirina desthilatdariya xwe bi rêya tundûtûjiyê li Kurdistan û seranserî Îranê bikar tîne.

Her wiha, ajansa nûçeyan a hikûmetê bi belavkirina lîsteyekê ku tê de navên çalakvanên siyasî hene, daxwaz ji polîsê navneteweyî (Interpol) kiriye ji bo girtina van kesan daku wan radestî hikûmeta xwînrij a Îranê bikin.

Ev di demekê de ye ku li gorî nêrîna Kongreya Azadiya Îranê û piraniya xelkê Îranê, divê ev berpirsên rejîma gendel û xwînrij a Komara Îslamî li pêşberî dadgeheke serbixwe, dadperwer de bên darizandin. Ew kesên ku li navxwe û derveyî welat ji bo azadî û dadperweriyê têkoşînê dikin, ti carî radestî vê zilmê nabin, mantiqa gelê Îranê ew nîne ku tenê rêberên Komara Îslamî biguherîne, belku armanc hilweşandina rasteqîn a vî mîratî û sîstemê ye.

Heman ew desthilatdariya ku ji ber tirs û bêhêvîtiyeke kûr dilerize, ji bo tolhildana ji gelê Îranê, dest bi girtina bi kom a çalakvanên siyasî, sivîl, sendîka, mafên mirovan û rojnamevanan kiriye. Rejîm di bin sîbera şerê wêranker de, cezayên bidarvekirinê hîn zêdetir ji carên borî bi cih tîne.

Atmosfera siyasî ya navxweyî tewra ji bo mamosteyên zanîngehê jî hatiye tengkirin û rê li ber rûniştinên akademîk tê girtin. Her wiha bi bikaranîna dîplomasiya veşartî ya li Hewlêrê, gef li wan rojnamevan û çalakvanên siyasî û sivîl tê xwarin ku li derveyî welatin. Rejîm bi rêya zêdekirina zextê ya li ser malbatên wan ên li navxwe û di hinek rewşan de jî bi astengkirina kombûnên wan ên li welatên din, dixwaze dengê wan qut bike.

Kongreya Azadiya Îranê pêla nû ya bêdengkirin, bidarvekirin û kuştina li navxweyî ya welat, her wiha gavên xapînok ên di bin navê ewlehî û dîplomasiyê de yên li derveyî welat bi tundî şermezar dike. Konferansa “Na ji bo darvekirinê” ya ku bi înstiyatîfa Kongreya Azadiya Îranê û bi malvantiya Komeleya Dostaniya Îran û Fransayê ya li Parlamentoya Fransayê hat lidarxistin ku di encamê de daxwaza azadkirina zêdetirî 80 girtiyên di bin metirsiya darvekirinê de ji aliyê nûnerên Encûmena Neteweyî ya Fransayê ve hat kirin, gaveke herî krîtîk û serkeftî bû di pêngava rûbirûbûna van polîtîkayên hov de.

Kongreya Azadiya Îranê, li ser bingeha nirxên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, têkoşîna sivîl a gel û parastina pirrengiya navxweyî, dê xebatên xwe yên ji bo polîtîkayeke hevpar û cidî berdewam bike. Kongre, ji bo gihandina armancên xwe dê hemû derfet û amûrên siyasî bi kar bîne; da ku li Îranê aştî, azadî, demokrasî, dadperwerî û geşepêdana piralî pêk bê û dawî li her cure cudakariyê bê anîn.”

Etîket: bertekdaxuyanîKongreya Azadiya ÎranêRejîma Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

28 ÎLON 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

17 ÎLON 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne