AVAMED li taxên çolter ên Amedê ji welatiyan xwest ku avdaniya bax û bostanan bi ava şebekeyê neyê kirin û ji bo ewlehiya ava paqij banga hesiyariyê kir.
Bi hatina havînê re bikaranîna avê zêde dibe, mixabin gelek welatî bi ava vexwarinê bax û bostanên xwe av didin. Bikaranîna baxçeyan a ava vexwarinê dibe sedem ku çavkaniyên ava vexwarinê kêm dibe, gelek caran jî ji ber tunebûnê av li ser welatiyan qut dibe. AVAMED bi armanca bikaranîna ava vexwarinê ya derveyî vexwarinê tê xerckirin û bêyî saet bikaranîna avê welatiyan û keyayên taxan agahdar kirin.
Gerînendetiya Giştî ya AVAMEDê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li dijî berbelav bikaranîna ava vexwarinê, li taxên çolter ên Amedê ji welatiyan xwest ku avê bi teserûf bi kar bînin û hat gotin ku divê bêyî saet av neyê bikaranîn.
Divê avdanî bi ava vexwarinê neyê kirin
AVAMED di agahdarkirinê de ji welatiyan xwest bax û bostan bi ava şebekeyê neyê avdanîkirin û av derveyî armancê bi zêdehî neyê bikaranîn. Herwiha AVAMED ji welatiyan xwest ku bikaranîna zêde ya avê taybetî hin saetên rojê ji ber zêde bikaranînê kêm dibe, ava gelek malan kêm diherike. Di agahdarkirinên xwe de AVAMEDê diyar kir kaniyên av ji ber diçin jî demildest werin çêkirin da ku av belasebep neherike. Herwiha AVAMED ji keyayên taxan xwest ku welatiyan şiyar bikin da ku ava şebekeyê bêyî saetên neyê bikaraîn.
Ava qaçax tê kontrolkirin
Tîmên kontrolkirina ava qaçax li qadan kontrolan dikin. Tîman welatî derbarê sepanên bikaranîna ava qaçax de agahdar kirin û li welatiyan dan zanîn ku dê bikaranîna ava qaçax rastî sepanên qanûnî were. AVAMED li welatiyan da zanîn ku kontrolên tên kirin ji bo ava bi awayeke ewle û bêyî qutbûn biherike tên kirin.
Teserûf bandora erênî dike
Serokê Daîreya Herêma 1emîn a Karsaziyan Abbas Aslan, diyar kir ku bi germbûna demsalê re bikaranîna ava vexwarinê jî zêde dibe û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Ji avdana baxçeyan bigire heta xerabûna tesîsatê, her tesarûfeke piçûk bandoreke erênî li ewlehiya tevahiya şebekeyê dike. Bikaranîna ava qaçax hem barê li ser şebekeyê zêde dike hem de jî barê aborî yên aboneyên me yên qeydkirî giran dike.”
Herî dawî AVAMED, ji bo parastina çavkaniyên avê û bikaranînê banga hestiyariyê kir.
















