Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bal kişandin ser astengkirina malper, girtin û binçavkirinên ji ber lutkeya NATOyê û bang li desthilatê kirin ku dev ji binçavkirin û zextan berde.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li ser hesabên xwe yên Xê derbarê binçavkirinên ji ber lutkeya NATOyê ya li Tirkiyeyê pêk tên de daxuyanî dan.
‘Pêdiviya welat bi aştî û azadiyê heye’
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku ew bi rejîmeke ku zextê dike re rû bi rû ne û ji ber lutkeya NATOyê zextên desthilatê li kolanan heta akademî, sahne û nûçeyan berfireh bûye. Tulay Hatîmogullari bal kişand binçavkirina, akademîsyen, siyasetmedar, komedyen Denîz Goktaş û astengkirina hesabên Xê û malpera ajansa me û çapemeniya Kurdî û got: “Em li vir bang dikin, destên xwe ji ser huner, çapemenî, zanist û heqîqete bikişînin. Pêdiviya vî welatî ne bi zextan tune ye lê bi edalet û azadiyê heye.”
‘Welat bûye navenda binçavkirinan’
Tuncer Bakirhan jî destnîşan kir ku ji ber lukteya NATOyê rewşa awarte hatiye ragihandin û bi hinceta lutkeya NATOyê welat bûye navenda binçavkirinan. Tuncer Bakirhan bal kişand ser girtin, binçavkirin û zextên li ser çapemeniya Kurdî û got: “Dev ji van zextan berdin. Pêdiviya vî welatî ne bi rewşa awarte lê bi demokrasî û aştiyê heye.”













