• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
31 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Helebçeyê ji ber teqînê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

    Li Helebçeyê ji ber teqînê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

    Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

    Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

    Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

    Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

    Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

    Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

    Wan dê ji bo aştiyê bimeşe

    Wan dê ji bo aştiyê bimeşe

    Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

    Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Helebçeyê ji ber teqînê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

    Li Helebçeyê ji ber teqînê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

    Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

    Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

    Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

    Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

    Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

    Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

    Wan dê ji bo aştiyê bimeşe

    Wan dê ji bo aştiyê bimeşe

    Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

    Li Nisêbînê girtina bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Zeydan: Sedsal e polîtîkaya qirkirina çandî û aborî tê kirin

Amed / AW

5 TÎRMEH 2026 - 12:25
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A
Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistinkirina Aboriyê ku ji aliye DBPê ve li Amedê tê li darxistin di roja duyemîn de didome. Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan di rûniştina yekemin a forûmê de axivî û diyar kir ku sed sal e polîtîkayên asîmîlasyonê, qirkirina çandî û aborî li ser Kurdan tê birêvebirin û bi taybetî di 10 salên dawî de bi “Plana Têkbirinê” û polîtîkayên qeyiman, zextên giran li ser sazî û torên hevgirtinê hatine kirin.

Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistinkirina Aboriyê ku ji aliyê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ve li Amedê tê lidarxistin, di roja duyemîn de li avahiya Çand Amedê didome.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku qeyim tayînî şûna wî hatiye kirin, Hevşaredara Elihê Gulistan Sonuk a qeyim tayînî şuna wê hatiye kirin, endam û rêveberên partiyên siyasi, nûnerên saziyê sivîl û gelek kes tev li bernamê bûn.

Roja duyemîn a komxebatê de forûm tên lidarxistin. Di yekemîn rûniştina forûmê de mijara “Rêveberiya Herêmî û Modela Aboriya Demokratîk: Derfet û Sînor” ji aliyê Abdullah Zeydan û Gulistan Sonuk ve hate gotûbêjkirin. Zeydan û Sonuk bi berfirehî behsa tecrûbeyên xwe kirin.

‘Di civakê de xizanî û betaliyek pir zêde çêbûye’

Abdullah Zeydan diyar kir ku têkoşîna 50 salî ya Tevgera Azadiyê bi pêşengiya jinan û li ser bingeha paradîgmaya modernîteya demokratîk û netewa demokratîk a Abdullah Ocalan, li dijî pergala kapîtalîst, yekperest û mêrsalar; nêzîkatiyeke piralî, wekhev û ekolojîk ava kiriye û wiha got: “Li qada rêveberiyên herêmî destkeftiyên girîng hatine bidestxistin. Lê belê, li dijî herêmê nêzîkatiyeke mêtingerî û polîtîkayên şerê taybet hene; ev sedsal e ku polîtîkayên asîmîlasyonê, qirkirina çandî û aborî tên birêvebirin ku bi taybetî di 10 salên dawî de bi ‘Plana Têkbirinê’ û polîtîkayên qeyiman, zextên giran li ser sazî û torên hevgirtinê hatin kirin. Em li şûna hincetan, li ser çareserkirina vê qirkirinê nîqaş bikin; ji ber ku di civakê de xizanî û betaliyek pir zêde heye, bi taybetî kedwariya li ser zarokan tê kirin, ev jî weke xala ku gotin lê diqede tê pênasekirin û bang li her kesî tê kirin ku ji bo çareseriyê gavên berbiçav bên avêtin.”

‘Rastiya me ya civakî ne weke ya beriya 10 salan e’

Gulîstan Sonuk jî destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurd ji roja ku derketiye holê û vir ve, li gorî hemû hewcedariyên civakê gavan diavêje; heke mijarekê bixe rojeva xwe, ev yek ji ber sedema derketina wê ya ku xwe dispêre hewcedariyên civakî û heke îro ku ew li ser aboriyê diaxivin jî hinekî ji ber vê yekê ye. Gulistan Sonuk bal kişand ser polîtîkayeke dewletê ya ku bi salan e bi rêya şer û rêbazên din li ser herêmê ferz dike û wiha got: “Ji avakirina komarê û vir ve birçîbûn û xizanbûn li Kurdistanê wekî armanc datîne pêşiya xwe. Em îro di xaleke wiha de ne ku rûbirûyê xizaniyeke pir giran bûne. Tam di vê xalê de, ligel banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 27ê Sibatê de ku me ji bo avakirina ji nû ve daniye pêşiya xwe, em dixwazin aboriya xwe jî nîqaş bikin. Erê, tecrubeyên me çêbûn, serkeftinên me çêbûn, aliyên me yên kêm man an jî serkeftinên pir kurtedemî derketin holê. Ji niha û pê ve em dikarin çi bikin? Di asta ku em îro hatî gihîştinê de, em ne weke wextê berê ne; rastiya me ya civakî ne wekî ya beriya 10 salan e û her wiha rastiya civakî ya Tirkiyeyê jî ne weke berê ye. Konjonktura rastiya civakî ya Rojhilata Navîn a ku îro tê de ye, ne wekî ya beriya 10 salan e. Em jî weke Kurd, weke Kurdistanî dikarin çi bikin û di vê asta ku em gihîştine de, em çawa dikarin van hemû çavkaniyan dîsa bixin xizmeta gelê xwe? Em dixwazin li ser vê nîqaş bikin. Mixabin, di warê kooperatîfbûnê de, di derxistina keda jinan û di kirîn û firotina keda jinan de, em nehatin wê asta ku me dixwest. Dema me kooperatîf ava dikirin, me nekarî em tê de pispor bibin û ne jî me karî kesên li pey xwe perwerde bikin; me nekarî bazara wê ava bikin.”

Forûma yekemîn bi pirs û bersivan bi dawî bû û komxebat berdewam dike.

Etîket: Gulistan SonukHevşaredarê Wanê Abdullah ZeydanKomxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistinkirina Aborî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Êlihê civîna gel: Çareserî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye

Li Êlihê civîna gel: Çareserî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye

16 TEBAX 2026
Pisporê Îstîhdamê: Krîza aborî dê bi aştiyê bi dawî be

Pisporê Îstîhdamê: Krîza aborî dê bi aştiyê bi dawî be

7 TÎRMEH 2026
Komxebata Aboriyê: Şaredarî ji bo aboriya komunal dikarin bi rolek pozîtîf rabin

Komxebata Aboriyê: Şaredarî ji bo aboriya komunal dikarin bi rolek pozîtîf rabin

5 TÎRMEH 2026
Komxebata Aboriya Demokratîk di roja duyemîn de didome

Komxebata Aboriya Demokratîk di roja duyemîn de didome

5 TÎRMEH 2026
Komxebata Aboriya Demokratîk: Armanca bingehîn gihîştina xweseriyê ye

Komxebata Aboriya Demokratîk: Armanca bingehîn gihîştina xweseriyê ye

4 TÎRMEH 2026
‘Jin dikarin bi perspektîfa rizgariyê aboriya xwe ava bikin’ 

‘Jin dikarin bi perspektîfa rizgariyê aboriya xwe ava bikin’ 

4 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûnê çarçewa: Pêşnîyazê Abdullah Ocalanî do pêşkêşî partîyan bêro kerdene

    Ocalan bersiv da îdiayên derheqê xwe de: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Şiyar Jîrkî li Elkê şîn hate danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê nexweş Saîd Yildirim krîza dil derbas kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Veysî Aktaş: Pêvajo bi saya şehîdan hat vê astê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Cizîrê gel diherike şîna şehîdên Tevgera Azadiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên têkoşîna azadiyê li Stenbolê hatin bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne