• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bernameya DBPê ya Rihayê bi civînên Bêrecûk û Pirsûsê bi dawî bû

Riha / AW

4 TÎRMEH 2026 - 23:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bernameya civînên gel ku DBPê bi dirûşma “Em aştiyê bi gelan re ava dikin” li Rihayê li dar xist, bi civînên li navçeyên Bêrecûk û Pirsûsê bi dawî bû.

Civînên gel ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku bi dirûşma “Em aştiyê bi gelan re ava dikin” li Rihayê dabû destpêkirin, li navçeyên Bêrecûk û Pîrsûsê bi hevdîtinên gel bi dawî bûn. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî tevli civînan bû. Keskîn Bayindir û şandeya pê re pêşî çû gundê Fis Fis ê navçeya Bêrecûkê û li vir bi sedan kes tevli civînê bûn. Beriya civîna ku li qada gund hat lidarxistin, li dîwaran nivîsên “Tu bi xêr hatî Keskîn Bayindir” û “Gelê Kurd yek e” hatin nivîsandin.

‘Kurdan tu carî serî netewand’

Di civîna ku jinan eleqeyeke mezin nîşan da de Keskîn Bayindir û şandeya pê re bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hat pêşwazîkirin. Di civînê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîqaş hatin kirin.

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskin Bayindir di civînê de axivî û wiha got: “Birêz Ocalan dixwaze pirsgirêka Kurd li ser masê û bi rêyên aştiyane çareser bike. Di dîroka Kurdistanê de qedera lîderên Kurd her wextê sêdar axaftin bû. Qedera gelê Kurd jî sirgûn û komkujî bû. Ji Koçgiriyê heta Dêrsimê, ji Geliyê Zîlan heta Çiyayê Agiriyê Kurd di komkujiyên mezin re derbas bûn. Xwestin Kurdan ji ziman û nasnameya wan dûr bixin. Lê Kurdan li hemberî van hemûyan tu carî serî netewand.”

‘Kurd dixwazin ev pêvajê bi aştiyê bi encam bibe’

Bayindir, pirsên welatiyan ên wekî “Ev pêvajo di çi astê de ye, çima ewqas dereng dimîne? Çima heta niha Rêber Apo di warê fîzîkî de azad nebûye?” wiha bersivand: “Di nav dewletê de du bask hene. Baskek hîn jî dixwaze polîtîkayên înkar û ewlehiyê bimeşîne. Baskê din jî ew e ku pê dihese ku bi şer tiştek bi dest nakeve. Ew jî dixwazin pêvajoyê bi diyalog û muzakeran bidomînin. Niha pêvajo li benda gavên qanûnî ye. Kurd di warê xwe de zelal û bi biryar in. Dixwazin pirsgirêka Kurd a ku 200 sal in didome bi diyalogê bidomînin û ev pêvajê bi aştiyê bi encam bibe.”

‘Aştî dê bi têkoşîneke mezin were’

Jinên tevli civînê bûn, pirsa “Şandeya Îmraliyê carna diçe hevdîtina Rêberê me Birêz Abdullah Ocalan. Gelo peyameke taybet a Rêberê me ji bo jinan heye?” pirsîn. Bayindir bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim destnîşan kiriye ku pêşengên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jin û ciwan in û wiha pê de çû: “Ji bo vê yekê divê em li her qadê rêxistinbûna xwe mezin bikin. Aştî dê bi têkoşîneke mezin were.”

Keskîn Bayindir û şandeya pê re bi çepik û tilîliyan ji gundê Fis Fisê veqetiya û derbasî navçeya Pirsûsê bû. li Pirsûsê jî bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin û li wir jî bi welatiyan re li ser pêvajoyê nîqaş kirin. Welatiyan fikar û gumanên xwe yên li ser pêvajoyê anîn ziman û diyar kirin ku gavneavêtina dewletê ya di warê “Qanûna Çarçoveyê” de baweriya wan dişkîne. Welatiyan destnîşan kir ku ew di demek nêz de li benda azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan in ku wî wekî muxatab û sernûnerê pêvajoyê dibînin.

Bi civîna Pirsûsê re, bernameya DBPê Rihayê ya ku bi dirûşma “Em aştiyê bi gelan re ava dikin” hatibû destpêkirin bi dawî bû. Şande ji bo civînên din derbasî Dîlokê bû.

Etîket: bi dawî bûnCivînên gelDBPKeskîn BayindirRiha
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Li Meletiyê bi pileya 5.0 erdhej çêbû

Li Rihayê bi pileya 5.8 erdhej çêbû.

24 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Keskîn Bayindir: Ocalan navê Kurdan di qanûnan de bi cih kir

Keskîn Bayindir: Ocalan navê Kurdan di qanûnan de bi cih kir

3 ÎLON 2026
Ji DBPê ji bo meşa 1ê Îlonê bangawazî

Ji DBPê ji bo meşa 1ê Îlonê bangawazî

29 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne