Qubad Talebanî ku der barê hevdîtina şandeya YNKê ya bi Hakan Fîdan re li Enqereyê daxuyanî da û diyar kir ku YNKê wê nebe parçeyeke ji pevçûn û aloziyan û ji bo aştî û aramiya li herêmê bixebite.
Piştî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Derbaz Kusret Resûl îro li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiyan, Qubad Talebanî têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di civînê de, me amadebûna Herêma Kurdistanê û YNKê ji bo her cûre piştgiriyê ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê anî ziman û hêvî kir ku ev qonaxa nû têkiliyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de xurtir bike ku bi taybetî jî parêzgeha Silêmaniyê di warên bazirganî, veberhênan, xwendina bilind û geştiyariyê de.
Pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê pêvajoyeke girîng û dîrokî ye û em bi baweriyeke mezin û hêviyeke mezin lê dinêrin. Ez kêfxweş im ku hikûmeta Tirkiyeyê û partiyên wê ji bo serkeftina pêvajoyê pabendin. Derbarê rewşa herêmê de, me helwesta xwe ya neguher teqez kir ku em ê nebin beşek ji pevçûn û aloziyan. Di şûna wê de, em ê bi hevkarên xwe re bixebitin da ku aştî û aramiya herêmê biparêzin.
Derbarê mijara avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, me teqez kir ku divê alî rewşa nû ya li herêmê, Iraq û Kurdistanê li ber çavan bigirin da ku avakirina hikûmeteke nû bilez bikin. YNK amade ye ku beşdarî hikûmeteke li ser bingeha şirîkatiyeke rastîn bibe.”













