• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Baroya Wanê û malbata Rojîn Kabaîş: Em bi hev re li pey kujeran e

Wan / AW

3 TÎRMEH 2026 - 18:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Baroya Wanê û malbata Rojîn Kabaîş li hemberî hewldanên berovajîkirina dosyayê daxuyanî dan. Serokê Baroyê Sînan Ozaraz diyar kir ku şopandina dozê berdewam dike. Nîzamettîn Kabaîş jî ev tişt anî ziman: “Êdî xeyidîn qediya, em bi hev re li pey kujeran e.”

Têkildarî  nîqaşên ku piştî daxuyaniya Baroya Wanê ya derbarê dosya Rojîn Kabaîş de derketibûn holê li Konferansa Tahir Elçî ya Baroya Wanê da daxuyaniyek hat dayîn. Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, bavê Rojîn Nîzamettîn Kabaîş, endamên Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, endamên Tîma Şopandina Doza Rojîn Kabaîş û parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut tevlî daxuyanî bûn.

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz di daxuyaniyê de axivî. Sînan Ozaraz destnîşan kir ku piştî daxuyaniya wan a dawî, di nava raya giştî de nîqaşên li derveyî armancê hatine kirin û wiha got: “Daxuyaniya ku me kiribû hat berovajîkirin. Wekî Baroya Wanê, Navenda Mafên Jinan, OHD, ÎHAMED, Komeleya Jinan a Starê û Baroya Amedê, me vê dosyayê bi awayekî koordîneyî û birêkûpêk dişopand. Tîma dozê xebateke pir xurt meşand. Lê belê di navbera baroya me û Nîzamettîna Kabaîş de pirsgirêkeke ragihandinê derket holê. Tevî ku me sedema sereke diyar kiribe jî, di raya giştî de wekî ku me tiştên cuda ji mamê Nîzamettîn re gotine hat nîşandan; ev yek ji bo me bû sedema xemgîniyeke. Nîzamettîn Kabaîş zêdetirî sal û nîvekê ye ku ji bo keça xwe têkoşîneke mezin a edaletê dimeşîne. Ji ber lêpirsîneke neçalak, heta niha heqîqet derneket holê. Bavê Rojîn Kabaîş di nav êş û azareke mezin de ye; me xwest balê bikişînin ser vê yekê, lê ev yek berovajî hat fêmkirin.”

‘Têkiliya wekaleta taybet bi dawî bû, şopandina dozê berdewam dike’

Sînan Ozaraz diyar kir ku wekî baroyê derbarê rektor û berprisyaran de serlêdana sûc kirine û wiha domand: “Baroya Wanê dê bi heman biryardariyê şopandina dosyayê berdewam bike û têkoşîna edaletê ya ji bo Rojîn Kabaîş nasekine. Em ê ne tenê vê dosyayê, hemû dozên ku li vî bajarî û li vî welatî ku jinan dikin armanc bişopînin. Baroya Wanê, serok û parêzerên jin heta îro di vê dosyayê de berxwedaneke çalak meşandine. Derbarê îhmalkariyên giran ên Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) û rektöorê wê de me serlêdana sûc kir. Me daxwaza DNAyê ji bo rektör û xizmên wî kir. Dîsa ji bo wezîfedarên yurdê yên ku kêmaniya wan hebû me giliyê wan kir; dozgeriyê destûra lêpirsînê neda, lê me li dijî vê biryarê îtîraz kir û ew biryar rakir. Ew lêpirsîn hîn jî berdewam dike.”

 ‘Em ji tu kesî natirsin’

Sînan Ozaraz bal kişand ser dîroka baroyê û wiha pê de çû: “Baroya Wanê di têkoşîna maf û edaletê de lehengên mîna Şevket Epozdemîr winda kiriye. Her parêzerekî Baroya Wanê têkoşîna rûmetê dimeşîne. Em di parastina hiqûqê de ji kesî natirsin. Têkiliya me û mamê Nîzamettîn dê berdewam bike. Baro ji vê dosyayê venekişiyaye; nasnameya saziyî ya Baroya Wanê dê her tim şopînerê vê dozê be.”

Nîzamettîn Kabaîş: Em bi hev re li pey kujeran e

Nîzamettîn Kabaîş anî ziman ku armanca wan a herî mezin dîtina kurên Rojîn e û got: “Em hatin baroyê. Em hemû bi hev re li pey kujerên Rojîn ne. Di navbera me de hinek xeyidîn û dilsarî çêbûbû, lê em hatin ku vê yekê sererast bikin. Êdî dilsarî û xeyidîn qediya û çû. Armanca me ya herî mezin dîtina kujerên Rojîn e û em ê ji bo vê yekê têkoşîna xwe bimeşînin.”

Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut jî kesên ku hewl didin vê nîqaşê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin  hişyar kir û got: “Diviyabû me ev nefamkirina di navbera aliyan de çareser bikira. Her du aliyan guh dan hev û êdî nîqaşeke wiha nayê kirin; em ê bi hev re li pey kujerên Rojîn bin.”

Etîket: Baroya Wanêdaxuyanîmalbata Rojîn KabaîşNîzamettîn KabaîşSînan Ozaraz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026
‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

12 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne