Siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş dê li girtîgehê bi bavê Rojîn Kabaîşê, Nizamettin Kabaîş û mamê wê Ahmet Kabaîş re hevdîtinê pêk bîne.
Parêzerên Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi rêya platformên medya dîjîtal ragihandin ku dê miwekîlê wan Selahattîn Demîrtaş di 5ê Tirmehê li girtîgehê bi bavê Rojîn Kabaîşê, Nizamettin Kabaîş û mamê wê Ahmet Kabaîş re hevdîtinê pêk bîne.
Parezêran anîn ziman ku Demîrtaş li ser dozê xebitî ye û naveroka hevdîtinê li ser doza Rojîn Kabaîşê dê pêk were.













