• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KJAR: Bi hezaran Zîlan hatin afirandin

30 HEZÎRAN 2026 - 12:06
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
KJARê Zîlan (Zeynep Kinaci) û Zîlan Pepûle bi rêzdarî bi bîr anî û daxuyand ku piştî şehadeta Zîlan bi sedan bi hezaran Zîlan hatin afirandin, xeta têkoşînê û ramanê dewam kirin.

Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi wesîleya salvegera 30emîn a şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Di tevahiya têkoşînên tevgera azadîxwaz de, gelek ji jin û mêran bi têkoşîn û îradeya xwe ya bêhempa di şert û mercên herî giran de li ber xwe dane û canê xwe di ber azadiya jinê de ku di heman demê de avakirina civakeke demokratîk e, feda kirine. Gelek jin li dijî dewlet-neteweya ku li ser bingeha zîhniyeta mêrê desthilatdar hatiye avakirin, serî hildane. Çalakiya şoreşgerî ya Heval Zîlan (Zeynep Kinaci) ku mînakek ji vê berxwedanê ye, mirov nikare tenê bi çalakiyeke sînordar pênase bike, belku ev çalakî bi îdeolojiyeke kûr û baweriyeke mezin a bi sosyalîzmê re hatiye kirin.”

KJARê diyar kir ku piştî şehadeta Zîlan bi sedan bi hezaran Zîlan hatin afirandin, xeta têkoşînê û ramanê dewam kirin û got, “Gelek çalakiyên din jî di pey çalakiya lehengî ya Heval Zîlan re hatin lidarxistin.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Hevala Letîfe Selamet bi nasnav Zîlan Pepûle, yek ji wan hevalên jin e ku îlhama xwe ji manîfestoya azadiyê ya hevala Zeynep Kinaci girtiye û nav û rêça wê ji bo xwe kiriye pîvan. Heval Zîlan Pepûle ya ku bi ruhê Apoyî tevlî refên gerîla bibû, li Merîwanê piştî berxwedaneke mezin a li dijî kemîna rejîma Komara Îslamî bi lehengî şehîd ket û mîna hevala Zeynep Kinaci û gelek hevalên têkoşer ên xeta Apoyî, ti carî serê xwe li ber rejîmên dîktator û dij jin netewand. Zîlan Pepûle bi fedakarî û ruhê xwe yê berxwedanê, canê xwe feda kir da ku careke din ruhê jiyana komînal ku li ser bingeha exlaq û wekheviyê ye, di vê xaka kevnar de zindî bike.”

KJARê ragihand ku jinên şoreşger ên mîna Zîlanan, bi eşq û evîn gihîştina xeta Rêber Apo weke armanca xwe destnîşan kirine û di vê rêyê de bi wêrekiyeke mezin canê xwe feda dikin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tişta Zîlan Pepûle li Merîwanê kir bi esasî xweşkirina rêya dijwar a têkoşînê ji bo jinan bû û hate gotin, “Zîlan Pepûle di nava salan de girîngiyeke mezin dida perwerdekirin û hişyarkirina jinan û di wê baweriyê de bû ku ti civak û netewe nagihîje azadiyê, heta ku jin tê de azad nebin. Wê li Merîwanê xebatên xwe bi rêxistinbûna jinan ji çiyayan bigire heta gund û bajaran berfireh dikir, bi vî rengî ku xebatên wê bandor li ser gelek jinan kir.”

Daxuyaniya KJARê bi van hevokan bi dawî bû: “Em weke Civaka Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), di demekê de ku bîranîna Zeynep Kinaci û Zîlan Pepûle bi rêzdarî bi bîr tînin, radigihînin ku rêxistinbûna jinan di vê qonaxa dîrokê de xwedî giringiyeke taybet e. KJAR bi zanebûna girîngiya vê prensîbê, salan e ku bi rêya Akademiya Şehîd Zîlan Pepûle ji bo hişyarkirin û rêxistinbûna jinan dixebite. Di encamê de em careke din diyar dikin ku em wek jin, bi yekdengî û bi pêkanîna xebatên hevpar û berxwedana komî, dikarin daxwaz û miradên hemû ew kesên ku di rêya azadiyê de canê xwe feda kirine, bi ser bixînin.”

Etîket: BîranînKJARTêkoşînZîlanZîlan Pepûle
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

2 COTMEH 2026
3 meh in Zehra Pîrdehqan û Perwîn Qizilbaş winda ne

3 meh in Zehra Pîrdehqan û Perwîn Qizilbaş winda ne

26 ÎLON 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Zehra Kisaoglu û Suheyla Kaya ameyî definkerdene

Cenazeyên Kaya û Kisaoglu bi girseyî hatin definkirin

22 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne