• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Malbata Kabaîş: Me wekaleta bi Baroya Wanê re betal kir
Baro: Ragihandin û şopandin zehmet bûye

Wan / AW

28 HEZÎRAN 2026 - 15:02
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Malbata Rojîn Kabaîşê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan wekaleta doza Rojîn Kabaîşê ya bi Baroya Wanê re çêkirine betal kiriye. Baroya Wanê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî parve kir, diyar kir ku wan ji ber hin pirsgirêkên koordînasyon û têkiliyê biryar daye ku ji dosyaya Rojîn Kabaîşê vekişin.

Rojîn Kabaîş a 21 salî ku xwendekara Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Vanê bû, piştî ku di 27ê Îlona 2024an de winda bû, di 15ê Cotmehê de cenazeyê wê hatibû dîtin. Baroya Wanê ya ku parêzeriya vê dozê dikir, bi daxuyaniyekê nivîskî ragihand ku wan ji ber pirsgirêkên ragihandin û koordînasyonê biryara vekişîna ji dozê girtiye.

Baro: Ragihandin û şopandin zehmet bûye

Baroyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku heta îro ji bo lêkolîna çalak a dosyayê, derketina rastiya madî û bi polîtîkayên bêcezatiyê re hevrûbûnek çêbe wan pêvajoya hiqûqî daye meşandin û wiha got: “Em gihîştine wê qenaetê ku di warê şopandina dosyayê de, meşandina ragihandin û koordînasyoneke saxlem bi bav Nîzamettîn Kabaîş re zehmet bûye. Em vê pêvajoya dijwar a ku bav tê de ye û bandorên wê bi fêmkirin û sebir pêşwazî dikin.”

Baroya Wanê bal kişand ser girîngiya mafê darizandina adîlane, rêgezên etîk ên pîşeya parêzertiya di pêvajoya darizandinê de hatiye raberkirin. Baroyê bi bîr xist ku biryara vekişîna ji dozê li gorî van rêgezên pîşeyê hatiye girtin. Baroyê ji meqamên darizandinê xwest lêpirsîneke bibandor were meşandin û edalet were pêkanîn.

Malbat: Pêvajo dê bi Baroya Amedê re bidome

Malbata Rojîn Kabaişê jî têkildarî mijarê li ser medya dîjîtal daxuyaniyeke nivîskî da. Malbatê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew wek malbat, ji serî de heta niha ji bo pêkanîna edaletê ya derbarê kuştina Rojîn Kabaîşê de têkoşiyane û wiha got: “Dosyaya lêpirsînê bi awayekî çalak berdewam dike. Di qonaxa heyî de, ji ber pirsgirêkên ragihandin û koordînasyonê û her wiha ji ber cudahiya nêrînan me wekaleta ji bo dozê dabû Baroya Wanê vekişand. Şopandina dosyayê niha di çarçoveya pêvajoya hiqûqî de bi Baroya Amedê re tê meşandin.”

Malbatê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew dest ji lêgerîna edaletê bernadin û wiha derbirî: “Em ji raya giştî re bi rêzdarî radigihînin ku em ê têkoşîna xwe bi biryardarî berdewam bikin da ku mirina Rojînê bi her alî ve were ronîkirin û berpirsiyar li pêşberî darazê hesabê bidin.”

 

Etîket: Baroya Wanêbetalkirina wekaletêdaxuyanîedaletMalbata Rojîn Kabaîşêvekişîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Dilzar Dîlok: Wijdana civakî û dadperweriya rasteqîn tenê bi nirxên jinê ava dibe

Dilzar Dîlok: Wijdana civakî û dadperweriya rasteqîn tenê bi nirxên jinê ava dibe

13 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne