• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Divê em bibin dengê girtiyan’

Navenda Nûçeyan / AW

30 MIJDAR 2024 - 08:01
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Rêvebera MED TUHAD FEDê der barê kampanyaya pereşandina girtîgehan a ku dane destpêkirin wiha got: “Me niha li 10 bajaran dest bi kampanyayê kiriye. Lê heta ev zilma ku ji ber şandina pereyan li girtiyan û malbatên wan tê kirin bidome dê ev kampanyaya me jî berdewam bike.”

Di demên dawî de pere şandina ji girtiyan re demên dawî de ji aliyê dewleta tirk ve dibe sedema doz vekirinê. MED TUHAD FED li dijî vê nêziktiya dewletê li 10 bajaran kampanyaya pereşandina ji girtiyan re da destpêkirin. Xebata yekemîn a vê kampayayê jî TUAY-DERê li Amedê pêk anî.

Rêvebera MED TUHAD FEDê Emîne Kaya der barê kampanyaya ku dane destpêkirin û armanca wê ji Ajansa Welat re axivî.
Emîne Kaya di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kesên ku ji ber pere şandinê doz li wan hatine vekirin û ev tişt anî ziman: “Wek tê zanîn der barê kesên ku ji girtiyan re pere bişînin re doz tên vekirin an jî bi vê mijarê re girêdayî girtî tên sirgunkirin. Bi vî awayê dewlet nahêle ku hem malbat hem jî girtî ji mafên xwe sûd werbigirin. Bi dozvekirina li malbatan û sirgunkirina girtiyan re herdu alî jî tên cezakirin. Wek MED TUHAD FED em ji bo ku karibin bal bikşînin ser vê mijarê me dest bi kampanyaya şandina pere ya ji girtiyan re kir.”

Emîne Kaya di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Her çiqas vê kampanyayê me dabe destpêkirin jî hemû sazî û kesên dilxwaz dikarin xwe tev li vê kampanyayê bikin. Me niha li 10 bajaran dest bi kampanyayê kiriye lê heta ev zilma ku ji ber şandina pere li girtiyan û malbatên wan tê kirin bidome dê ev kampanyaya me jî bi awayeke berfirehtir berdewam bike.”

Emîne Kaya diyar kir ku gelek mafên girtiyan tên binpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro ne tenê ji bo binpêkirina mafê pereşandinê wek MED TUHAD FEDê dê li dijî hemû binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de dê xebatên me bidomin. Girtî bi rêya malbatên xwe û çapemeniyê binpêkirinên ku li girtîgehan dertên holê radigihînin. Li dijî van binpêkirinan divê em karibin hin tiştan bikin û bibin dengê girtiyan.”

Emîne Kaya di dawiya axaftina xwe de wiha axivî: “Îro di nav her qadên civakê de pirsgirêkên cur be cur hene lê heke em li dijî van pirsgirêkan nebin yek û dengê xwe gur nekin dê pirsgirêkên me ji holê ranebin. Divê herkes zanibe ku dengê gur dikare li her derê belav bibe.”

Etîket: Emîne KayagirtiyanMED TUHAD-FEDpirsgirêk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Em dixwazin Serokê me di nav me de be’

‘Em dixwazin Serokê me di nav me de be’

19 TEBAX 2026
Emîne Kaya: Heta hişmendî neguhere, guhertina zagonan têrê nake

Emîne Kaya: Heta hişmendî neguhere, guhertina zagonan têrê nake

15 TEBAX 2026
Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

31 TÎRMEH 2026
Kerem Canpolat: Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyeke dijminane heye

Kerem Canpolat: Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyeke dijminane heye

29 TÎRMEH 2026
Hevdîtinên gel ên Rihayê: Ji gundan heya taxan siberoja xwe ava dikin

Hevdîtinên gel ên Rihayê: Ji gundan heya taxan siberoja xwe ava dikin

23 TÎRMEH 2026
‘Kurd ji bo çareseriyê çekên xwe şewitandin divê dewlet jî gavan biavêje’

‘Kurd ji bo çareseriyê çekên xwe şewitandin divê dewlet jî gavan biavêje’

10 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne