• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

27 HEZÎRAN 2026 - 14:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaxên ÎHD û Xizmên Windayan li Amed, Êlihê, Colemêrg bi daxwaza ‘Winda bên dîtin û faîl werin darizandin’ daxuyanî dan. Di çalakiyan de hat gotin ku parastina kujeran hevkariya sûc e û daxwaza edaletê kirin.

Şaxên ÎHD û Xizmên Windayan li Amed, Êlihê, Colemêrg bi daxwaza ‘Winda bên dîtin û faîl werin darizandin’ daxuyanî dan. Gelek rêveber û hevserokên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û parastvanên mafên mirovan tev li çalakiyan bûn.

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe di hefteya 907emîn de berdewam kirin. Xizmên Windayan li pêşberî Bîrdariya Mafên Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê çalakiya xwe lidar xistin û tev li xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, endam û rêveberên Egitim-Senê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û yê Ramazan Yuce hatin hildan û dovizên ‘Devlet; arşîvan veke, windayan peyda bike, kujeran bidarizîne’, ‘Parastina kujeran, hevpariya sûc e’, ‘Kujer diyarin, Winda li ku ne?’, ‘Em Edaletê dixwazin’ hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de hat xwestin ku kujerên Ramazan Yuce yê ku di 29 Hezîrana 1992yan de hatibû qetilkirin, werin dîtin û darizandin.

Di çalakiyê de Sekreterê ÎHDa Amedê Firat Akdenîz û Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2yan a Amedê Serhat Kiliç axivî.

Serhat Kiliç bal kişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk ku ev zêdetirîn salek û nîv e ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û didome û wiha got: “Di vê dema borî de neqewimîna pevçûnan û mirinan pir bi nirx û girîng e. Di vê erdnîgariya ku em zêdetirî 40 sal in lê dijîn de, ji ber pevçûn, windakirina bi zorê û kuştinên kiriyar nediyar hilweşînên mezin û êşên giran çêbûn. Lê îro em bêtir nêzî aşitiyê ne û axaftina li ser aşitiyê bêguman pir bi qîmet e. Em bi salan e li van qadan ne tenê ji bo pirsîna aqûbeta windayên xwe, di heman demê de ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo hesreta aşitiyê û hesta edaletê jî têdikoşin. Ger em ê îro behsa aşitiyeke civakî û samîmî bikin, rêyeke vê jî di daxwazên Dayikên Şemiyê re derbas dibe. Çimkî em pir baş dizanin ku rêya aşitiyê tam ji vir, ji vê qadê derbas dibe. Ger di wateya rast de aşitiyek pêk bê, em ê bi miriyên xwe yên bêgor re rû bi rû bibin û em neçar in ku ji bo miriyên xwe yên bêkefen û bêgor cihekî bibînin.”

‘Em tu carî van êrîş û şehadetan ji bîr nakin’

Serhat Kiliç anî ziman ku di salên 90î de li Egîtîm-Senê têkoşînek hebû, wexta telefonê sendîkayê dihat tirs diket dilê wan û ev tişt anî ziman: “Wê wextê dizanîn ku xeberek nexweş tê û her roj hevalek, rêveberik rastî êrîşê dihat. Ramazan Yuce jî bi wî awayî rastî êrîşê hat, jiyana xwe ji dest da û êrîş li ser malbata wî jî berdewam kir. Di salên 90î de zêdeyî 30 şehîdên Egîtîm-Senê çêbûn; em di saziyê de wêneyên wan pêşwazî dikin, bin wêneyên wan civînan çêdikin, ew ji bo me pîvan in û em ê her li şopa wan bin, wan ji bîr nekin. Em dizanin ew faîl diyar in, dibêjin ‘fail meçhul e’ lê faîl xuya ne; wek heval Ferhat got, heta aqûbeta wendahiyan diyar nebe û kujer neyên darizandin efûkirin çênabe çunkî malbat zelalî dixwazin, lewma em ê tu carî van êrîş û şehadetan ji bîr nekin.”

‘Gefên li ser malbatê bi awayekî sîstematîk berdewam kirin’

Piştre endama Komîsyona Windayan Berfîn Elçî jî çîroka windabûna Ramazan Yuce xwend.

Berfîn Elçî jî diyar kir ku Ramazan Yuce yê ku li navçeya Farqînê ya Amedê rûdinişt, di kadroya karkerên alîkar a Dibistana Herêmî ya Şevbuhêrî ya Farqînê de wezîfedar bû, zewicî û bavê 7 zarokan bû; di 29ê Hezîrana 1992an de li navenda Amedê di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Ramazan Yuce, piştî derbeya leşkerî ya 1980an hatibû binçavkirin û piştî pêvajoyên giran ên îşkenceyê hatibû berdan. Di salên dûre de jî Ramazan Yuce û malbata wî ku gelek caran bêyî hincet hatibûn binçavkirin û berdan, di bin zextên berdewam de hatin girtin. Bi taybetî di navbera salên 1991-1997an de, di heyama ku li navçeya Farqînê kuştinên kiryarnehatî dîtin yên ji aliyê rêxistina Hîzbullahê ve li dijî gelê sivîl dihatin kirin zêde bibûn, malbata Ramazan Yuce rasterast hate hedefgirtin. Di vê pêvajoyê de keça mezin a Ramazan Yuce jî di encama êrîşeke çekdarî de bi giranî birîndar bû û filitî; zext û gefên li ser malbatê bi awayekî sîstematîk berdewam kirin.”

‘Di merasîma cenazeyê de girse jî hate gulebangkirin’

Berfîn Elçî anî ziman ku di 29ê Hezîrana 1992an de Ramazan Yuce, ji bo ku ji derve ve beşdarî azmûnên qedandina lîseyê bibe, çûbû navenda bajarê Amedê û ev tişt gotin: “Piştî azmûnê, dema ku diçû Farqînê, li Kolana Lalebegê ya li herêma Sûrê, ji aliyê kes an kesên nasnameya wan ne diyar ve ji paş ve hat gulebarankirin. Ramazan Yuce, ji ber birînên guleyan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ramazan Yuce ku anîn navenda navçeya Farqînê û spartin axê; di dema sersaxiya wî de ku girseyeke mezin kom bibû, ji aliyê şebekeyên deryasayî yên wê demê ve êrîşeke çekdarî li ser girseyê hate kirin. Di pêvajoya 34 salan a ku ji dîroka bûyerê 29ê Hezîrana 1992an û vir ve derbas bûye de, kujer nehatine tespîtkirin û ji lêpirsînên hiqûqî tu encam nehatiye girtin. Dosyaya lêpirsînê hîn jî di statuya ‘kiryarnehatî’ de ye û parêzvanên mafan û malbat, daxwaza xwe ya edaletê ya ji bo derxistina berpirsiyaran a pêşberî dadgehê berdewam dike.”

Çalakî bi deqeyeke çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 743emîn de çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin’ li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li aqûbeta Reşît Tokçû yê ku di 29ê Hezîrana 1999an de li Deşta Mêrgazer a navçeya Geverê ya Colemêrgê ku di operasyoneke leşkerî de birîndar bibû û ji zinaran hatibû avêtin û jiyana xwe ji dest dabû, pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine kuştin û windakirin hildan. Rêveberê ÎHDê Metîn Nas çîroka Reşîk Tokçû xwend.

Çalakiya xizmên windayan bi deqeyeke çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Colemêrg

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û xizmên windayan çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xistin. Di hefteya 232an de li aqûbeta Ramazan Yuce yê di sala 1992an de li Amedê di êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest daye, pirsîn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ hat vekirin û wêneyên ku di bin çavan de hatine windakirin, hatin hilgirtin.

Piştî xwendina çîroka windakirina Ramazan Yuce daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.

Îzmîr

Komîsyona Windayan a Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), çalakiya xwe ya rûniştinê ya ku du heftiyan carekê ji bo windayên di bin çavan de li ber Sumerbanka Kevn a Konakê li dar dixe, berdewam kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Windayî diyar in, kujer li kur in?” hat vekirin.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mustafa Saygî ya di 3yê Hezîrana 1994an de li gundê Şîxîz e Pirsûsa Rihayê hat windakirin û aqûbeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên di 7ê Hezîrana 1995an de li navenda Amedê hatin windakirin, pirsîn.

Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.

Etîket: ÎHDxizmên windahiyan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rûniştina Fyê: Nexweşê penceşêrê Hamdullah Aydemîr berdin

Rûniştina Fyê: Nexweşê penceşêrê Hamdullah Aydemîr berdin

8 TEBAX 2026
Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

1 TEBAX 2026
Kerem Canpolat: Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyeke dijminane heye

Kerem Canpolat: Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyeke dijminane heye

29 TÎRMEH 2026
Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

27 TÎRMEH 2026
ÎHDya Îzmîrê: Demildest Kazim Avci berdin

ÎHDya Îzmîrê: Demildest Kazim Avci berdin

25 TÎRMEH 2026
Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

24 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne