• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Dewlet hemû derfetan ji bo şer xerc dike

Semsûr / AW

6 SIBAT 2025 - 17:13
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Semsûrê axivî û got: “Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn. Ev derfete ji bo serokê HTŞê bi mehfûra sor bê pêşwazîkirin tê bikaranîn lê ji bo kedkar, xizanên Semsûrê, ji bo Elewiyan û Kurdan nayên bikaranîn.”

Bi boneya 2yemîn salvegera Erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê li gelek bajaran bernameyên bîranînê tên lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî di saetên serê sibehê de li Semsûrê tev li meşa bi meşaleyî bû û piştre jî çû serdana deverên li navçeya Kolikê hilweşiyayîn. Tuncer Bakirhan û şandeya pê re ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayin qurnefîl danîn ser kavilan û çûn serdana esnafan. Piştî re jî şande çû serdana goristana li navenda bajar.

Di çarçoveya heman bernameyê de Bakirhan û şandeya pê re li eywaneke dawetan a li bajar bi gel re civîn li dar xist. Li Eywana dawetê pankarta “Me ji bîr nekir û dê ji bîr nekin” hate daliqandin.

‘Ji bo mirina xizan û hejaran dibêbjin qeder’

Bakirhan, di civîna gel de axivî û got: “Tişta sereke ya ku bûye sedema mirinan û wêraniyê, bêberpirsyartî û negirtina tevdîran e. Ji bo mirina xizan û hejaran dibêjin qeder e. Em tevek dizanin ku qeder nîne. Hikûmetbûn ew e ku tevdîran j bo karesatan bigirî.”

‘Qaşo birînên me derman dikin’

Bakirhan, wiha domand: “Binesazî tune ye, xebateke li gorî plana îmarê tune ye. Lê rêveberiyên herêmî yên xwedî feraseta talankeriyê û wezareta hawirdor û bajarvaniyê heye. Ewqas hîn bûne ku beriya me rûxset bi hêsanî digirtin û dema me nedidayê jî diçûn ji wezareta hawirdor û bajarvaniyê digirtin. Qaşo bawermendin lê bacên erdhejê jî ji bo tiştên cuda bikaranîn. Ewqas durû ne. bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan lê ma we dît ku yek burokratekî an jî nûnerekê hikûmetê îstîfa kiribe? Çima tevî ewqas mirinan jî yek rayedar nehat darizandin? Îcar bêyî ku şerm bikin li pêşiya çendek avahiyan wêneyan dikişînin û qaşo birînên me derman dikin.”

‘Hukmê tu desthilatê heta hetayê nîn e’

Bakirhan, wiha got: “Ma kîjan birîna Semsûrê derman kirin. Dê 64 hezar, 186 hezar xaniyan teslîm bikirana. Lê tenê nêzî 20 hezaran hatine teslîmkirin. Kesên bûne sebeba vê nayên darizandin. Hewl didin xwe xelas ibkin. Lê dê hesabê bidin. Dê nekarin bibêjin ev qeder e û xwe jê xelas bikin. Dê rojekê teqez bên darizandin. Hukmê tu desthilatan heta hetayê nîn e.”

‘Avahiyên ku çêkirine dişibin girtîgehê’

Bakirhan, anî ziman ku cihêkariyeke mezin tê kirin û wiha pê de çû: “Jixwe cihên çolter ên Kurd û Elewî lê dijîn tu tiştek nîne. Xelk bi derfetên xwe hewl dide xwe li ser pêyan bigire. Di erdhejê de jî cihêkarî heye. Li Antakyayê xelk di nava toz û wêraniyê de dimîne. Heke ji dest bê dê me tune bikin.”

Bakirhan bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê û wiha got: “Di kêliyê de ÎHA û SÎHAyan dişînin. Li çiyê çûkek bifire tavilê F-16’an radikin. Insanên me 3 rojan di bin kavilan de qîriyan û di weşanên zindî de jiyana xwe ji dest dan. Dema hûn li medyaya alîgirê dinêrin, weke ku her tişt mîna gulistanê be nîşan didin. Avahiyan nîşan didin û reklama xwe pê dikin. Avahiyên 20 metrekareyê yên mîna hucreyên girtîgeha Tîpa Fyê çêkirine. Ma dê heta kengî we di wir de bigirin.”

‘Dewlet tenê ji bo şer dixebite’

Bakirhan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Derfetên dewletê ji bo şer hene. Ev derfet ji bo mehfûra sor raxin ber piyên serokê HTŞê tên bikaranîn lê ji bo kedkar, xizan, Elewî û Kurdên Semsûrê nayên bikaranîn. Heke derfet nebin wê demê îstîfa bikin. Siyaseta van komkujî û cînayetan nabe. Bi bacên erdhejê yên ji sala 2002’yan heta niha dikariya milyonek avahî bihatina çêkirin. Tirkiye herêma erdhejê ye. Ma tevdîr wiha tên girtin? Ma kesên tevdîr negirtin ne sûcdar û berpirsyarên vî karî ne? Dewlet sê roj piştre hat û alîkarî deh roj piştre hatin belavkirin. Leşker ji qişleyên xwe derneketin. Niha 30 kes li Semsûrê bibêjin ‘em perwerdeya bi zimanê dayika xwe dixwazin’ dê bi hezaran leşkeran bînin wir. Lê dema xelk di bin kvailan de nehiştin leşker ji qişleyan derkevin. Me ji bîr nekir, dê jibîr nekin. Jibîrkirin, li dijî kesên jiyana xwe ji dest dayin bêwijdaniyeke mezin e. Em ê ji bîr nekin, dê efû nekin û hesabê bipirsin.”

Etîket: DEM PartîErdhejSemsûrTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

Li Osmaniye û Edeneyê li dû hev erdhej çêbû

4 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne