• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

Mahmût Altintaş / AW

21 HEZÎRAN 2026 - 08:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz diyar kir ku di hevdîtina dawî de Numan Kurtulmuş ji heyeta DEM Partiyê re gotiyê ew amadekariyan dikin ku çerçove qanûn bînin rojeva meclise û got: “Heta niha gelek caran dîrok dan. Niha jî dibêjin beriya batlaneya meclise çerçove qanûn dê were rojeva meclise.”

DEM Partî dê di 20ê Îlonê de kongreya xwe ya asayî li Enqereyê li dar bixe. Tekildarî kongreyê xebatên DEM Partiyê berdewam dikin. Ji bo kongreya komîsyon hatin avakirin û ew komîsyon jî amadekariyên kongreyê dike. DEM Partî dê bi vê kongreyê tuzaka xwe jî amade bike û di heman demê de dê xwe ji nû vê ava bike. Di kongreyê de çi guherîn dê pêk werin ji aliyê raya giştî vê jî tê meraq kirin. Ji aliyê din vê jî xebatên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê birêvebirin. Di çerçoveya pêvajoyê de Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi partiyên siyasî re hevdîtinên xwe didomîn û dê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî mitîngan li dar bixe.

Xebatên kongreyê û ji xebatên ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tên domandin rojevên serekê yên DEM Partiyê ne. DEM Partiyê tekildarî pêvajoyê û kongreyê di nava hefyekê de civîna Desteya Rêveberiya Navendî li dar xist û li ser xebatan plansaziyek pêş xist. Cigirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Mahfuz Guleryuz, tekildarî xebatên kongre û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Amadekariyên kongreyê’

Mahfuz Guleryuz bi lêv kir ku ji bo amadekariyan wan komîsyonek amadekiriye û derbarê kongreyê de ev tişt gotin: “Komîsyon dê li ser kongreyê bixebite. Dîroka kongreya me diyar e. Di 20ê Îlonê de em ê kongreya xwe li darbixînin. Em ê navçe û bajaran nîqaşên kongreyê bidin destpêkirin. Em dixwazin hemû kesên ked danê û di nava xebatan de cih girtinê û hemû gelê me tevlî nîqaşan bibin û kongreyeke çawa dixwazin, partiyeke çawa dixwazin fikrên xwe di van nîqaşan de bînin ziman. Em dixwazin partiyeke nû ku ji vê pêvajoyê re û daxwazên civakê re bibe bersiv ava bikin. Ji bo wê jî em ê bi civakê re nîqaşan bikin û pêşniyar û daxwazên civakê guhdar bikin. Daxwazên kedkarên vê partiyê dê bibe nexşereya me. Piştî konferansên navçe û bajaran em ê li 7 herêmên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê konferansên herêmî li dar bixin. Di wan konferansan de jî em ê nirxandinan li ser partiya nû û pêdiviyên heyî nirxandin û nîqaşan bikin. Piştî konferansên herêmê jî em ê konferansa xwe ya navendî bikin. Îhtîmaleke mezin ew xebat dê di Îlonê de biqede. Biryarekên em ê di kongreyê de bigirin hemûyan di konferansa navendî de nîqaş bikin û wan nîqaşan bikin biryar. Di kongreyê de jî hemû biryaran bi raya giştî re parve bikin.”

‘Guherandinê em li ser esasê Komarê Demokratîk digirin dest’

Di berdewama axaftina xwe de Mahfuz Guleryuz diyar kir ku di kongreyê de gelek guherîn jî dê pêk were û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber doza girtinê ya HDPê em bi Partiya Çepên Kesk tevlî hilbijartinê bûn û piştrê jî DEM Partî ava kir. Ji bo wê me nekarî tuzuka HDPê derbasî DEM Partiyê bike. Ji bo wê divê tuzuk be guherandin. Komîsyona program û tuzukê jî me amade kir. Em ê bi awayekî fermî tuzuka xwe jî diyar bikin. Tevgera Kurd biryarên nû girt. Tevgera Kurd bandoreke mezin li ser tevahî Rojhilata Navîn kir. Niha jî xwe diguherîne. Ew guherandin jî dê bandor li tevahî civakê bike. Dê bandor li ser me û siyaseta Tirkiyeyê jî bike. Pêwîstê li gor van şert û mercan DEM Partî jî xwe ji nû vê saz bike. Mijara nav jî em ji nav zêdetir dixwazin guherîneke ji aliyê hişmendiyê ve çêbikin. Guherîna nav heta niha di nava partiyê de nehatiye nîqaşkirin. Lê dê di konferansan de were nîqaş kirin û pêşniyarên gelê me jî dê bên guhdar kirin. Guherandinê em li ser esasê Komarê Demokratîk digirin dest. Birêz Ocalan jî wisa pênase kiribû. Guherandina nav ne girîng e divê partî li ser esasê Komara Demokratîk xwe ji nû vê saz bike.”

‘Divê bi milyonan kes li qadan daxwazên xwe bilind bikin’

Mahfuz Guleryuz destnîşan kir ku mitîngên ku ew dê li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li darbixin ji bo pêşketina pêvajoyê xwedî girîngiyeke mezin e û wiha axivî: “Di 27 û 28ê mehê de li 4 bajaran; Amed, Wan, Mersîn û Stenbolê mitîng dê bên li darxistin. Nêzikatiya dewletê û desthilatê ji bo pêvajoyê ne baş e. Desthilata AKPê li gor berjewendiyên xwe nêzî pêvajoyê dibe. Ji ber vê nêzikatiyê bê baweriyek civakê çêdibe. Lê divê em li benda dewletê jî nesekinin. Birêz Ocalan di hevdîtina yekêmîn de jî gotibû çi bibe dê bi berxwedanê bibe. Ji bo wê jî ew mitîng pir girîng in. Divê bi milyonan kes dakevin qadan û daxwazên xwe bi dengekî bilind bînin ziman. Di serî de rewşa birêz Abdullah Ocalan. Dewleta Tirkiyeyê jî li ser vê mijarê gaveke şenber neavetiye. Divê em vê mijarê li benda dewletê jî nehêlin. Ji bo ew pêvajo bi serbikevê divê rewşa birêz Ocalan bi awayekî qanûnî bê mîsogerkirin. Birêz Ocalan gotibû ji bo aştiyê divê em zagonên vê dewletê ji nû ve saz bikin. Birêz Ocalan qala pêwistiya Entegrasyona Demokratîk kiribû. Entegrasyon ne di wateya bişaftinê de birêz Ocalan ji dewletê re dibêje te sed salan Kurd înkar kirin û Kurdan jî li dijî înkarê serî hildan. Divê dewlet Kurdan nas bike û Kurd jî dewletê nas bike. Ji bo wê jî qala hewcedariyên Entegrasyona Demokratîk kiribû. Dewlet mecburê Kurdan nas bike û Kurd jî dewletê nas bike. Bi vî awayî înkar û îsyan ji holê rabe. Lê dewlet hê jî li ser mijara ewlekariyê pêvajoyê dinêre. Ji bo wê em miting ji bo nexşereya pêvajoyê pir girîngê. Dewlet jî daxwazên gel bibînê û neçarî gav avetinê bimînê.”

‘Em ê bi kesên komîsyona meclise guhdar kiribûn re hevdîtinan bikin’

Mahfuz Guleryuz da zanîn ku dê di rojên pêş de bi kesên di komisyona meclise de hatine guhdarkirin re jî hevdîtinan bikin û axaftina xwe wiha domand: “Hemû sazî û şaxsiyetên hatinê guhdarkirin û peşniyar kirine re em ê yek bi yek hevdîtinan bikin ku ew jî erka xwe bilîzin. Ew bar ne tenê li ser DEM Partî û siyaseta Kurd e. Hemû beşên civakê çûn meclise û peşniyar kirin. Rapora meclise jî li gor van peşniyaran derket. Kemasiyên raporê jî hebûn. Lê 2 xalên raporê girîng bû. Meclise jî gotibû ew dê di demekê nêz de van xalan bînin rojeva meclise û bikin qanûn. Ji bo ew daxwazên raporê bibin qanûn û meclis erka xwe bilîze em ê hevdîtinên xwe bidomînin.”

‘Dibêjin beriya batlaneyê dê qanûna çerçovê were rojeva meclise’

Mahfuz Guleryuz tekildarî xebatên DEM Partiyê ji bo çerçovê qanûn jî anî ziman ku heke bê xwestin beriya meclis bikeve batlaneyê jî dikarin çerçove qanûn çêbikin û wiha got: “Birêz Ocalan ji bo ew qanûnd derbikevin berpirsyariyeke pir mezin girt. Di hevdîtina 27ê Adarê de heyeta dewletê jî cih girtibû û pêşnûmeyek jî hatibû amadekirin. Peymanek jî hatibû çêkirin. Lê tevî vê yekê jî dewletê neanî rojevê. Heta niha gelek caran dîrok dan. Niha jî dibêjin beriya batlaneya meclise çerçove qanûn dê were rojeva meclise. Lê dîrokeke diyar kirî jî tune ye. Lê nêzikatiya AKPê ne samîmî û ne baş e. Civak jî li benda qanûnan e. Heke bixwazin dikarin bînin rojeva meclise. Meclis amade ye. Di hevdîtina dawî ya bi Numan Kurtulmuş re jî ji heyeta me re hatibû gotin ku ew amadekariyên dawiyê dikin û dê di demekê kurt de bînin rojeva meclise. Lê dê bînin an na hê ne diyar e. Rêyedarên dewletê heta niha li ser vê mijarê tiştek negotiye.”

Etîket: Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM PartiyêDEM PartîkangreMahfuz GuleryuzPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkQanûna Çarçove
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

17 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

13 TEBAX 2026
Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

13 TEBAX 2026
MYKa DEM Partiyê piştî qanûna çarçoveyî civiya

MYKa DEM Partiyê piştî qanûna çarçoveyî civiya

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne