• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Denîz Poyraz hat bibîranîn: Em ê bi têkoşînê aştiyê bînin

Îzmîr / AW

17 HEZÎRAN 2026 - 19:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di bernameya bîranîna Denîz Poyraz a li Îzmîrê hat lidarxistin de hat destnîşankirin ku rêya rawestandina êrişên li ser jin û Kurdan xwe bi rêxistinkirin û têkoşîn e û wiha hat gotin: “Em xwe birêxistin bikin, têbikoşin û aştiyê bînin ser van axan.”

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Îzmîrê, di çarçoveya bernameya bîranîna Denîz Poyraz a ku di êrişa 17ê hezîrana 2021an a li ser avahiya HDPê ya Îzmîrê de hatibû kuştin, li avahiya partiyê hevpeyvînek li dar xist. Di hevpeyvîna ku aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulistan Sonuk û parêzera doza Denîz Poyraz Turkan Aslan Agaç wekî axaftvan beşdar bûn de pankarta “Me soz daye Denîz û hemû rêhevalên ku me di têkoşîna azadiyê de winda kirine; em ê jiyaneke nû ya wekhev û azad ava bikin” hat vekirin û gelek caran dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, rêveberên DEM Partiyê û gelek kes tevlî bernameyê bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyonê hat pêşandan.

‘Êriş rasterast bi destê desthilatdariyê hatin meşandin’ 

Gulistan Sonuk axaftina xwe bi bîranîna Sema Yuce û Denîz Poyraz û di şexsê wan de bi bîranîna hemû şehîdên doza Kurd û Kurdistanê dest pê kir û soza berdewamkirina doza Kurd û Kurdistanê nû kir. Gulîstan Sonuk anî ziman ku li Kurdistanê mirov Kurd be, jineke Kurd be berpirsyariyên mirov gelekî giran in û got: “Mirov xwedî du nasnameyên ku sîstem wekî çîna duyemîn pênase dike ye. Her wiha di nav vê civaka yekperest de tu her dem wekî armanc têyî nîşandan. Li her derê dema tekoşîna azadiya jinan bidî meşandin tu bi êrişan re rû bi rû dimînî; lê dema tu Kurd bî, ji ber nasnameya te ya Kurdbûnê jî êrişî te dikin. Ev êriş rasterast bi destê desthilatdaran pêk tên; desthilatdar an bi awayekî organîze van êrişan plan dike an jî bi zimanê xwe yê qirêj rê li ber kujeran vedike.

‘Paradîgmayeke ku yê din qebûl nake, xwestin ava bikin’

Turkan Aslan Agaç bal kişand ku êrişa kuştina Denîz Poyraz di dîroka Tirkiyeyê de yekemîn êriş e ku li dijî avahiya partiyekê hatiye kirin û got: “Di nava rojê de, li ber çavê her kesî û di bin kontrola hêzên ewlehiyê de êrişên çekdarî hatin kirin. Ev yek di dîroka Tirkiyeyê de tune ye. Ev êrişên hatine kirin, encama sîstemeke sed salî ye ku ji bilî xwe, yanî ji bilî Tirk û Sûniyan, her kesî wekî ‘yê din’ dibîne. Daxwaza komîsyonên heqîqetê jî ji bo vê yekê heye. Lê belê di vê qonaxê de, em ji xala avakirina komîsyonên heqîqetê dûr in. Ez hêvî dikim ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve. Helbet mîna xwestekekê gotina vê yekê xelet e. Ji ber ku em hemû êdî dizanin ku ev pêvajo hem muzakere ye û hem jî têkoşîn e. Muzakereyek heye, lê belê beşa wê ya herî mezin divê bi têkoşînê derbas bibe.”

‘Pêwîst e em xwe bi rêxistin bikin, têbikoşin û aştiyê bînin ser van axan’

 Turkan Aslan Agac diyar kir ku bi xeteke bihêz a têkoşîn û rêxistinbûnê mirov dikare bigihîje azadiyê û got: “Ger em xwe bi rêxistin bikin tenê wê demê rûbirûbûna ji bo derxistina kujeran û hatina dadweriyeke rastî li ser van axan gengaz dibe. Em di nav lengera tundûtûjiyê ya sed salî de ne. Divê li dijî vê em xwe birêxistin bikin, têbikoşin û aştiyê bînin ser van axan. Ez li ber têkoşîna hemû rêhevalên ku di vê rêyê de ji bo azadî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane, bejna xwe bi rêzdarî ditewim.”

Bernameya bîranînê piştî axaftina beşdaran bi dawî bû.

Etîket: BîranînDEM PartîDenîz Poyrazİzmirsalveger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne