• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Heke Rojîn, xeniqîbe çima di pişika wê de av nîne?’

Esra Polat / AW

14 HEZÎRAN 2026 - 08:37
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Amed – Bavê Rojîn Kabaîşê ya ku bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dabû, Nîzamettîn Kabaîş anî ziman ku rayedar bi tiştên hatine serê keça wî dizanin lê dixwazin dosyayê veşêrin. Nîzamettîn Kabaîş bang kir ku komîsyoneke serbixwe were avakirin û destnîşan kir ku divê parêzer li şûna dubarekirina agahiyên telefonê, rasterast li ser erabeya spî û girtina îfadeyên hevalên wê yên di heman odeyê de diman, rawestin da ku edalet were pêkanîn.

Rojîn Kabaîş, a xwendekara Zanîngeha Wanê ya Yuzuncu Yilê bû di 27ê Îlona 2024an de piştî ku ji bo kirîna qehweyê ji wargeha zanîngehê derket, bi awayekî guman winda bû. Piştî lêgerînên berfireh cenazeyê wê li ber gola Wanê hat dîtin û di rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) de hat tespîtkirin ku sedema mirina wê “xeniqîna di avê de” ye. Lê belê baro û parêzerên malbatê destnîşan dikin ku di rapora ATKê de nehatîye zelalkirin ka ev bûyer întîhar e, qeza ye an jî kuştin e. Ji ber vê yekê gumanên li ser mirina Rojîn Kabaîşê didomin. Di rapora otopsiyê ya fermî de hatiye qebûlkirin ku li ser her du çokan, her du milan û li pêşiya sîngê Rojînê guherînên rengan ên ku dişibin xwînrijandinê hatine dîtin. Baro da zanîn ku saziyên fermî di serî de bûyerê wekî “xwekuştin” nîşan dane û li ser gumanên kujeriyê lêpirsîneke çalak nemeşandine. Li ser îtiraza parêzerên baroyê, Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Erzurumê biryara Walîtiya Wanê ya ku destûr nedihat dayîn ku rêveberiya wargehê were lêpirsînkirin, betal kir û bi vî awayî ji bo xemsariya rêveberiyê, rêya lêpirsînê bi fermî hat vekirin. Malbat û parêzvanên mafên jinan daxwaz dikin ku dozgerî li ser hemû guman û kêmasiyên di dosyayê de lêkolîneke kûr bike da ku ev doz mîna bûyerên din di tariyê de nemîne û bila edalet pêk were. Bavê Rojîn Kabaîşê, Nîzamettîn Kabaîş ji bo pêkanîna edaletê û ronîkirina bûyera keça xwe têkoşîneke bêhempa da meşandin.

Nîzamettîn Kabaîş derbarê nakokiyên di dosyayê de û geşedanên doza keça xwe Rojîn Kabaîş de ji ajansa me re axivî.

‘Wesayîta spî li ku derê ye?’

Nîzamettîn Kabaîş bertek nîşanî daxuyeniyên dubare yên parêzeran da û destnîşan kir ku dadgehê li ser doza Rojîn Kabaîşê baş nexebitiye. Nîzamettîn Kabaîş diyar kir ku li şûna dubarekirina agahiyên wekî lêkolîna li ser 425 kesan, an çûyîna telefonê ya Îspanyayê, divê parêzer li ser tiştên rast û delîlan rawestin da ku doz bi ser bikeve û got: “Dibêjin ku li ser 425 heb daneyan lêkolîn dikin, parêzerên saziyên mafên jinan daxuyaniyan didin û dibêjin 312 heban lêkolîn dikin. Gelo haya we ji dosyayê heye? Çima hûn ditirsin? Herin ji dozger bipirsin. Ew taksîya spî ku ew jina li ber baxçeuê zanîngehê behs dike, ew eşkere dibêje. Dibêje ku wesayîtek spî hatibû, dû heb mirov tê de bûn, cama pêşî daxistibûn, paşê jî fîlmên wan reş bûn. Ev xalên pir girîng in. Parêzer divê bêje ev wesayît li ku derê ye, divê were dîtin û kontrolkirin. Gelo şopa tiliyan li ser kursiyê wê heye an na? Divê li ser qeydên wan du ciwanên di nav wesayîtê de û sînyalên telefonên wan lêkolîn were kirin.”

‘Ji ser rû şopên lêdanê hene’

Nîzamettîn Kabaîş di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku wî bi xwe daxwazname daye adliyeyê û bilêv kir ku ew gava ku diçe Enqereyê jî van daxwaznameyan nîşanî Wezareta Edaletê bide. Nîzamettîn Kabaîş diyar kir ku rapora dibêje Rojîn di avê de xeniqîye raporeke sexte ye, û daxwaza lêpirsîna rektor, xizmên rektor, hemû ewlehkarên zanîngehê û her du gundan kir û ev tişt gotin: “Ji ber ku li ser çavê wê şopên lêdanê hene, lê li ser laşê wê tiştek xuya nake. Belkî di nav avê de hiştine. Mirov wiha texmîn dike, ji ber ku tu dibêjî çima di pişika wê de av nîne? Ya duduyan jî, kincên keça min hişk bibûn, kazaxê wê pê ve zeliqî bû. Laşê wê jî newerimî bû. Gava ku 18 rojan di nav avê de bimîne, ne pêkan e ku newerime. Kincên wê divê bixitimin û masî jê bixwin. Anku 18 rojan li wir nemaye. Kîjan av e ku ji gund tê û diçe ser golê? Belkî keçik di wê avê de xeniqandine? Di pişika wê de av heye an na, û kîjan av çûye pişika wê, divê mirov li ser van xalan raweste.”

‘Hevala wê ya odeyê, rast nabêje’

Nîzamettîn Kabaîş rêveberiya zanîngehê û ewlkariyê bi xemsariyê sûcdar kir û tespît kir ku qada ku telefona keça wî lê hatîye dîtin bi şirîda parastina delîlan nehatîye girtin. Nîzamettîn Kabaîş bal kişand ser hevalên odeyê yên Rojîn Kabaîşê û destnîşan kir ku kamerayên ku jê re gotine xera bûne, wî bi xwe wêne û dîmenên wan girtine û got ew bi xwe daxwazname daye dozgeriyê. Nîzamettîn Kabaîş li ser rewşa hevalên odeyê û saetên windabûnê yên Rojîn Kabaîşê wiha got: “Hevala wê ya zanîngehê, hevala wê ya odeyê, bi me re îhanetê dikin. Ew li wê derê bûn. Ji ber ku di saet şes û nîvê êvarê de ji diya xwe re dibêje ez diçim marketê da ku Nescafe bistînim. Piştî wê, agahî tê birîn û ber bi aliyê golê ve diçe. Ev keçik bi saxî çûye, yekî ew gazî wê kiriye. Îfadeyeke rast nedaye. Îfadeya sala 2025an û ya sala 2024an tevlîhev e. Ev keçik tiştekî dizane. Rêveberiya zanîngehê gefê lê xwariye û ew tirsandiye. Gef hem li ser wê keçikê heye, hem jî li ser wê jina gundî heye. Ew keçik, yanî rast nabêje. Tiliya wê jî di nav vî karî de heye.”

‘Doz dê bi bilindkirina deng pêş bikeve’

Nîzamettîn Kabaîş di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên girtina dosyayê û anî ziman ku ew vê rewşê qebûl nakin. Nîzamettîn Kabaîş herî dawî ragihand ku ew ê tu carî dest ji vê dozê bernede û wiha got: “Heta ku em dengê xwe bilind nekin, doz bi pêş ve naçe. Ev bûyer kuştin e, lê mîna doza Gulîstan Doku ya ku 6 sal in winda ye, dixwazin vê dozê jî bigirin. Çiqas daxuyaniyan didin, heman tiştî dubare dikin: ‘Telefon çûye Îspanyayê, çûye Çînê’ ev agahiyên wiha ji bo xapandina zarokan e! Ji ber ku dixwazin ser dozê bigirin, van tiştan dibêjin. 11 heb wesayîtên spî ketine û derketine, karê her 11an jî eşkere bikin. Li ser kamerayan bisekinin, li ser texsîya spî bisekinin, li ser hevala wê ya odeyê bisekinin. Ev tişt girîng in. Ez bang li saziyên mafên jinan û li wijdana her kesî dikim; li ser vê dosyayê bisekinin. Ew keçik ji wê derê bi ku ve birin? Kê ew winda kir? Divê ev tişt werin eşkerekirin.”

Etîket: EdalatNîzamettîn KabaîşPişikRojîn Kabaîş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî hat dayîn

Ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî hat dayîn

27 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
‘Em çend bêdeng bibin wê ewqas Rojîn bên kuştin’

‘Em çend bêdeng bibin wê ewqas Rojîn bên kuştin’

4 ÎLON 2026
TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

26 TEBAX 2026
Baroya Wanê ji bo tespîtkirina sedema mirinê daxwaza vekirina gora Rojîn Kabaîş kir

Baroya Wanê ji bo tespîtkirina sedema mirinê daxwaza vekirina gora Rojîn Kabaîş kir

17 TÎRMEH 2026
Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

Demîrtaş bi malbata Kabaîş re hevdîtin pêk anî

5 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne